Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqî ji vegera DAIŞê eger hêzên hevpeymanîyê vekişin ditirsin

Faris Omran

Leşkerine Fransî di çarçoveya hêzên hevpeymanîyê de leşkerên Îraqî li ser topxaneyê rahînan dikin di Gulana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Fransî di çarçoveya hêzên hevpeymanîyê de leşkerên Îraqî li ser topxaneyê rahînan dikin di Gulana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şarezayekî serbazî yê Îraqî haydarî da ku dibe tundrew rêzên xwe dîsan bi rêxistin bikin û bi hêz bibin eger hikûmet biryar bideku hêzên biyanî ji Îraqê der bixe.

Parlemanê Îraqê Yekşemê (5ê Kanûna Duyem) deng li ser pêbendkirina hikûmetê ku daxwaznameya xwe ya alîkarîyê ji hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike betal bike da.

Parleman herwiha banga bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li Îraqê kir û daxwaz kir ku rê ji wan re neyê dayîn ku ew xak, av û asmana Îraqê bi kar bînin.

"Em biryareke bilez, şikeva û neberpirsyar dibînin, û tu hizrandineke lojîk li pey tune ye," lîwayê xanenişîn ê Îraqî Celîl Xelef Şuwêl ji Diyaruna re ragihand.

Leşkerine Îraqî otombîleke DAIŞê pişkinîn dikin piştî ew bûye armanca êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî li parêzgeha Selahedînê di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî otombîleke DAIŞê pişkinîn dikin piştî ew bûye armanca êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî li parêzgeha Selahedînê di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Biryar li gorî fermanine ji derve hatiye dan û tu berjewendîyên niştîmanî û rewşa siyasî ya heyî li ber çav nehatiye girtin," wî got. "Cenga ligel terorîzmê bi dawî nebûye, û hîn endamên DAIŞê li veşartgehên raz hene"

"Hîn pêwîstîya me bi piştgirî û rahînana ji hêla hevpeymanîyê û hêzên Amerîkî heye," wî got. "Divê em rêzê ji desteka wan re û piştgirîya mezin a wan ji me re di salên borî de kiriye bigirin, şûna ku em ji wan bixwazin ku derkevin."

Operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê

Balefirên şer ên hevpeymanîyê ligel hêzên Îraqî tev digerin û êrîşî asêgeh, komgehên çekan û xetên îmdadê yên terorîstan di kûrahîya biyabanê, çiya û gelîyan de dikin.

Destêwerdana balefirên şer ên hevpeymanîyê "hişt hêzên me bajaran ewle û aram bihêlin, bêyî hebûna êrîşên paşmahîyên terorîstan, ên ku êdî nema dikarin bi serbestî tevbigerin û karînên xwe yên lojistî û şerkirinê vegerînin".

Şuwêl got ku hevpeymanîyê roleke girîng gerandiye di nehiştina terorîzmê de bi rêya "xizmetên mezin ên dabîn kirine di warê çavdêrîkirinê, koleçanê û şopandina cewî de, û parvekirine agahîyên hewalgirî û wêneyên asmanî".

Herwiha bi rêya alavên serbazî yên ji Îraqê re hatine dabînkirin ku ji navgîn, navgînên zirxî û amrazên teknîkî yên pêşketî bo parastina sînor, rakirina mînan û destnîşankirina armancên dijminkarî pêk tên.

Şuwêl got ku pisporîya hevpeymanîya navdewletî ya Îraq dê ji dest bide "bêhempa" ye.

Hêzên Îraqî perwerdeyeke baş li ser destê şêwirmendên taybet û pisporan dibînin ku her tim bo zêdeamadekarîya wan alîkar bûn di rêya bernameyên pêşketina serbazî û rahênanên hevbeş re.

"Piştî biryara dawî ya parlamenê, ya piranîya Îraqî jê aciz bûn, ez nîgeran im ku dê terorîst vekişîna hêzên hevpeymanîyê keysbaz bikin da çalakîyên xwe yên terorîst bi pêş bixînin, refên xwe xurt bikin û êrîşên xwe yên li ser sivîl û nuqteyên serbazî berdewam bikin," wî got.

"Me xebatên mezin kirine û qurbanîyên dijwar li gel hevkarên xwe dane heya em bi ser terorîstan ketine, û divê em aniha nehêlin ew vegerin û rê nedin komên tundrew ku şaştî û tengijînan bo berjewendîyên xwe bi kar bînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500