Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Kampa Nînewayê bo kesên ku ji Holê tên guhestin dibe cihê nîgeranîyê

Xalid Taî

Jinên Îraqî yên bêwar ên ku li kampa Holê ya Sûrîyayê bi cih bûbûn bi zarokên xwe re vedigerine Îraqê di 30 Tebaxa sala 2018an de. [Wêne ji Birêverîya Koçberîyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Jinên Îraqî yên bêwar ên ku li kampa Holê ya Sûrîyayê bi cih bûbûn bi zarokên xwe re vedigerine Îraqê di 30 Tebaxa sala 2018an de. [Wêne ji Birêverîya Koçberîyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Plana hikûmeta Îraqî bo vekirina kampekê bo bêwarên Îraqî yên ku aniha li kampa Holê ne, li parêzgeha Hesekêya Sûrîyayê, li bajarê Zumarê li rojavayê Nînewayê bû sedema zincîrek ji karvedanan.

Hin niştecihên xwecihî qehra xwe derbirîn kir ji ber malbatên çekdarên berê yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dê bo kampa nû werin guhestin, ya ku li gor raportên mîdyaya navxweyî avakirina wê bi nêvî bûye.

Weke beşekî ji heman planê, ofîsek li bajarokê Rebîeayê yê Nînewayê yê sînorî hatiye avakirin, cihê ku operasyonên teftîşê dê li ser Îraqîyên bêwar werin bicihanîn, yên dê bi nifşan bo welat werin derbaskirin.

Birêverîya Koçberîyê li Nînewayê "bi awayekî fermî nehatiye agadarkirin derbarê guhastina çi malbatê ji kampa Holê bo Nînewayê", alîkarê birêveberê Koçberîyê li Nînewayê Ezîm Hazim Daûûd ji Diyaruna re ragihand hefteya bûrî..

Bêwarên Îraqî alîkarîya xwarinê li parêzgeha Nînewayê di 19ê Îlona 2019an de werdigirin. [Wêne ji Birêverîya Koçberîyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Bêwarên Îraqî alîkarîya xwarinê li parêzgeha Nînewayê di 19ê Îlona 2019an de werdigirin. [Wêne ji Birêverîya Koçberîyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

"Plan û pêşniyar hene hevhesû li gel wê yekê, hestekî giştî yê tirsê ji alîyê niştecihên xwecihî ve heye," wî got û teqez kir ku çi kampa nû "dê bê guman li jêr çavdêrîya hêzên ewlekarî be".

Wî daxuyand ku dîyar e ku plan hene "daku herî kêm 4,000 malabtan ji Holê bihewînin", û not kir ku dora30,000 Îraqî li kampa biyabanî ya qerebalix li Hesekê bi cih in.

Hikûmeta Îraqî got ku ew naxwaze malbatên çekdarên DAIŞê ji Holê vegerîne, lê ew dixwaze sivîlêmn Îraqî yên zor li wan hat ku ji ber tirsê ber bi Sûrîyayê birevin dema ku DAIŞê girte ser rûberine berfireh ji bakurê Îraqê di sala 2014an de.

Operasyonên radestkirinê ne ketûber in, hikûmetê ev yek teqez kir, lê ew rastî kontrolên dijwar tên ên ku di wan de faylên ewlekarî ên hemû kesên bêwar tên teftîşkirin da destnîşan bikin bê destên wan di kirarên terorîzmê de hene.

''Tirsên rewa''

Di van salên dawî de, hikûmeta Îraqî bi awayekî serkeftî bi sedan malbatên Îraqî yên ku li kampa Holê dijîn vegerandin.

Lê van gavan niştecihên parêzgeha Nînewayê dil rihet nekirin, ku vê dawîyê bi dehan xwenîşander daketin kolanan da ji hikûmetê bixwazin ku careke din li biryara xwe vegere ya ku dê destûrê bide niştecihan ku ji Holê vegerin.

Parlementerên Îraqî yên nûnerîya Nînewayê dikin bi xwestekên xwenîşanderan bang kir.

Tirsa niştecihên Nînewayê rewa ye, serokê komîteya kesên bêwar di encumena parêzgeha Nînewayê de Ayid Luweyzî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku wêrankirin û komkuştina ku ji alîyê DAIŞê ve hat bicihanîn hîn teze ne di bîra wan de û not kir ku niştecih naxwazin rewşa ewlehî û aramîyê ya aniha ew dijîn bixine rewşeke xeternak de.

Luweyzî got ku di heman demê girîng e ku malbatên Îraqî yên li kampa Holê bi cih in li rastê nemînin, ku rastî pêşerojeke nanaskirî werin.

Wî got ku divê malbat neyên paşguhkirin an redkirin.

Berpirsîya hikûmetê

Jin û zarokên ku li kampên mîna Holê dijîn îzole ne û rastî şert û mercên dijwar tên ku dibe bi hêsanî bikevine xefka tundîyê de, pisporê serbazî Celîl Xelef Şuweylî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku hikûmet bepirsyar e ku şert û mercên niştecihên bêwar xweş bike û derfetan bide wan ku vegerin malên xwe û careke debara xwe bikin.

Wî got ku "divê niştecihên bêwar û malbatên DAIŞê li Holê nayên paşguhkirin û eger arezû heye ku wan vegerînin, divê programên taybet hebin daku mejîyên wan ji ramanên biyanî yên ji alîyê terorîstan ve hatine çandin bişon".

Wî got ku redkirina vê îdîolojîya xwar û qayimkirina hestê tevlîbûnê gelekî girîng in da misoger bikin ku nifşên pêşerojê dê gefa tundî, tolhildan û nefretê li kesên dora xwe nexwin.

Wî got ku eger hikûmetê niştecihên bêwar li kampên Sûrîyayê paşguh kirin û guh neda wan, ew dê bi awayekî taybet bepirs be derbarê vê yekê, ji ber dibe ku di çend salan de ev xelk karibin di sînor re gefê li Îraqê bixwin.

Wî anî ziman ku bo em vê bombeyê çareser bikin"Hewcedarîya me bi lêkolîneke kûr di warê vê dozê de û piştgirî û şîyanên hevtayên navdewletî heye di warê şiyankirina reftarî û hişmendî de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500