Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîs astengîyan li ber vegera awareyan der dixin

Omer Elî li Bexdayê

Îraqîyek gemarê ji mala xwe derdixe piştî vegera wî bo warê wî li bajarokê Qereqoşê yê ku piranîya rûniştîyên wî Xiristyan in, ku 30 kîlometran li rojhilatê Mûsilê dikeve, di 5ê Gulana 2017an de. [Fadil Sîna/AFP]

Îraqîyek gemarê ji mala xwe derdixe piştî vegera wî bo warê wî li bajarokê Qereqoşê yê ku piranîya rûniştîyên wî Xiristyan in, ku 30 kîlometran li rojhilatê Mûsilê dikeve, di 5ê Gulana 2017an de. [Fadil Sîna/AFP]

Niştecihên bêwar li Deşta Nînewayê gazinan ji milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, yên ku li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî ne, dikin ku ew astengîyan li ber vegera wan bo malên wan çêdikin.

Zor li wan hat ku ji bakur û rojhilatê Mûsilê birevin dema êrîşa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), gelek aniha dibînin ku ew nikarin vegerin ji ber heman milîsên angaşt dikin ku wan ew "rizgar kirine".

Niştecihên deverê dibêjin ku komên mînorîte rastî astengîyan hatin ji alîyê van milîsan ve, yên herwiha tecawiz li ser saman û erdên wan dikin.

Ji bo ku balê bikişînin ser rewşa xwe, bi sedan niştecihên Deşta Nînewayê, di nav wan de Xiristyan, Êzîdî û Kurd, xwenîşandanek di 22yê Kanûna Duyem de li pêşîya baregeha misyona NY organîz kirin.

Wan bang li NY kir ku fişarê li hikûmeta Îraqî bike daku milîsên Heşda Şaebî ji Deşta Nînewayê derxîne.

Herwiha wan nameyek da dest NY ku tê de gazin ji reftarên provokisyonbar û neqanûnî yên van milîsan kirin, xwenîşander Îmad Zehran ji Diyaruna re ragihand.

Wî not kir ku çekdarên li deverê, piranîya wan sîpek in, xalên pişkinînê yên bêdestûr çêdikin û bertîlan ji navgîn û peyadeyên ku di wan xalan re derbas dibin distînin.

Wî got ku "tu kes nikare li dijî wan derkeve yan jî muhaseba wan li ser kirarên wan bike".

Wî got ku ev yek pêşberîneke xeternak e, dipirse çawa niştecih dê karibin jîyan û samanên xwe biparêze ji desthilatdarîyeke ku xwe di ser dewlet û qanûna Îraqî re dibîne.

Wî not kir ku dora 3,000 malbatên bêwar ji Deşta Nînewayê xwe ragirtin û venegeriyan malên xwe -- ne ji ber tisa ji DAIŞê, lê daku ew bi milîsên Heşda Şaebî re nedin û nestînin.

Ewlehîya ne berdest e û guhertinên dîmografî li dar in

Ji ber hebûna milîsan, rewşa ewlekarî li Deşta Nînewayê ne aram bûye, Sêrwan Xoşnaw, ê ku di xwenîşandanên dawî de yên li dijî milîsan beşdar bû got.

Wî ji Diyaruna re got ku çekdaran misogerkirina ewlehîyê paşguh kiriye û li şûn wê wan giranî daye ku bidine dûv berjewendîyê kesane yên serkirdeyên xwe.

Wî got "rewşa ewlekarî li Deşta Nînewayê baştir bû dema ku dever li jêr kontrola Hêzên Pêşmerge bû," û not kir ku di nerîna wî de wan bêtir rêz û hurmet ji mafên komên mînorîte yên li deverê digirt.

Hejmara bêwarên vedigerin malên xwe li Deşta Nînewayê, bi taybet endamên mînorîteya Xirisyan, gelekî kêm e, Îvan Fayiq, a ku weke şêwirmendekî parêzerê Nînewayê kar dike, got.

Dora nîvê nştecihên Bertêlayê li Deşta Nînewayê venegeriyane malên xwe, wê ji Diyaruna re got, lê tenî 1% ji niştecihên Tel Keyfê yên resen vegeriyane -- rêjeya herî kêm heta aniha.

Wê hişyarî da ku ev rewş agehdar dike ku dibe guhertineke dîmografî dawîyê ji hebûna gelek mînorîteyên olî û etnîk li van deveran bîne.

Di Tebaxê de, Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî ferman da Heşda Şaebî ku ji hemû xalên pişkinînê yên li jêr kontrola wê li Deşta Nînewayê vekişin, ji ber gelek gazin ji wan dihatin kirin.

Lê endamên Lîwayê 30mîn ê Heşda Şaebî -- ê bi birêveberîya Waed Qado, ê ku li ser lîsteyeke sizayan a Amerîkî ye -- qebûl nekir ku bi fermana wan bike û li cihên xwe man, li dijî vîna hikûmetê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500