Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsek girêdayî Îranê bela xwe di niştecihên Deşta Nînewayê de dide

Faris Omran

Endamên milîsa Heşda Şebek a girêdayî Lîwaya 30 ya bi ser Îranê ve, bi acizkirina niştecihên herêma Deşta Nînewayê hatine tawanbarkirin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên milîsa Heşda Şebek a girêdayî Lîwaya 30 ya bi ser Îranê ve, bi acizkirina niştecihên herêma Deşta Nînewayê hatine tawanbarkirin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Milîsa Heşda Şebek a bi ser Îranê ve, hîna niştecihên Deşta Nînewayê aciz dike bi armanca desthilata xwe li herêmê xurt bike, rojnameger û şirovekarê sîyasî yê Îraqî Zîyad Şengalî Sêşemê (14ê Tîrmehê) ragihand.

Milîsa bi serperiştîya fermandarê Lîwaya 30Wead Qado (Ebû Cafer Şebakî), dixwaze dest deyîne ser herêma Deşta Nînewayê ya stratejîk-- ku li ser rêya diçe ser sînorê Îraq- Sûrî-- da xizmeta ajendeyên Îranê bike, wî ji Diyaruna re got.

Niştecihekî Nînewayê anî ziman ku ew vê yekê bi rêya guhertina demografîk pêk tîne.

Heşda Şebek ku navenda wê li parêzgeha Nînewayê ye girêdayî Lîwaya 30 a Hêzên Heşda Şaebî yên nîv-leşkerî ne.

Yekşemê, ofîsa serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirinên "komên çekdar" li Deşta Nînewayê şermezar kirin, û got ew nahêlin malbatên koçber ên revîyabûn Başûr ku vegerin deverên xwe yên resen.

Wî anî ziman ku komên çekdar "girtîgehine razî çêkirine, dest danîne ser erdên welatîyan, û agir bi mal û milkên wan xistine".

Guhertina demografîk a bi darê zorê

Şengalî destnîşan kir ku endamên milîsê "fişarê li niştecihên koçber ên Deşta Nînewayê dikin ku di kampan de bimînin ew jî bi rêya gefxwarinan ku eger vegerin malên xwe ew ê li pey wan bikevin û wan bigirin.

Wî got ku kesên vegerayî dibêjin ew rastî gelek hewldanên perestandinê ji alîyê milîsa çekdar ve hatine.

Şengalî da zanîn ku nabe ew mal û milkên xwe ji nû ava bikin heya pereyan weke bac nedin milîsê, tevî ew xwedî rêdanên fermî yên avakirinê ne û belgenameyên milkîyeta samanên wan jî bi wan re hene.

Wî dîyar kir ku "ev yek hewiha li ser bendîkar û xwedanên projeyên bazirganî û weberanînê jî derbasdar e, divê her kes bacê bide, yan jî dê milîs zîyanê bigihîne wan".

Şengalî got ku hîna çekdarên Heşda Şebek rêya bazirganîyê ya sereke kontrol dike ku ji Hewlêr heya bi deverên rojavayê Nînewayê ve diçe weke Tel Efer û Şengal, û pereyan jî ji xwedanên kamyonên ku dixwazin derbas bibin distînin.

Milîs sindoqên xwe jî bi rêya avakirina kombûyînên niştecihî û pêkanîna sîyaseta ku rê dide guhertina demografîk xurt dikin, bi hewldana ku guhertineke nijadî li Deşta Nînewayê pêk bînin, wî anî ziman.

Xizmeta ajendeyên Îranê

Şengalî dîyar kir ku weke beşekî xebatên wan bo xurtkirina desthilata Îranê li herêmê, milîsê dibistanek bi navê Rêberê Bilind ê Îranê yê berê Rûhellah Xûmeynî vekir.

"Milîs bi dehan navendên girtînê yên ne qanûnî ku xelkê li jêr behanene cihêreng digirin ava kirine," wî got û da zanîn jî ku "ti kes newêre nêzî [navendan] bibe eger bixwazin pirsa xizmên xwe yên girtî bikin, da ew bixwe jî neyên girtin".

Şengalî da zanîn ku Heşda Şebek fermanên xwe rasterast ji Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) digire û pabendî fermanên dewleta Îraqî nabe.

Wî anî ziman ku "ew li hember biryara hikumetê ya berê derket û valakirin û radestkirina navenda xwe bo artêşa Îraqî red kir".

Şengalî daxuyand ku milîs hîna xwe weke hêzeke di ser qanûnê re dibîne û rêzê ji pergala dadwerî ya Îraqê yan dezgehên fermî re nagire.

Wî anî ziman ku "ev kom tirsnak e û divê hikumet rêkaran derheqê wê de bistîne da çalakîyên ku zîyanê digihîne civakê rawestîne".

Destpêka vê salê, niştecihên Deşta Nînewayê li dijî vê milîsê xwepêşandan li dar xistin da wan ji herêmê derxin.

Deşta Nînewayê li bakur û rojhilatê bajarê Mûsilê ye û ji gelek bajarokan pêk tê mîna Bertela, Başîqa, Tel Keyf, Ebasiyê, Kocelî, Tel Seqif û Şelalat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500