Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî êrîşî veşartgehên DAIŞê yên li navçeya Mexmûrê dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîyê di êrîşeke ku bermahîyên DAIŞê armanc dike li çîyayên navçeya Mexmûrê cih digirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîyê di êrîşeke ku bermahîyên DAIŞê armanc dike li çîyayên navçeya Mexmûrê cih digirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî, bi piştgirîya balefirên hevpeymanîya navdewletî, êrîşeke nişkayî li ser veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li çîyayên navçeya Mexmûrê pêk anîn, berpirsekî xwecihî Sêşemê (12 Mijdarê) ragihand.

Operasyona serbazî ya du rojan dirêj da ji alîyê endamên hêzeke taybet ya Ajansa Dijî Terorîzmê û Firqeya 14mîn ya artêşa Îraqî ve hat bicihanîn, qaimmeqamê navçeya Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Diyaruna re ragihand.

Mihemed got ku hêza taybet gelek veşartgehên bermahîyên DAIŞê li zincîra çîyayê Qere Çoxê li rojhilatê Mûsilê wêran kirin.

"Operasyona ewlehî dijmin rahêjand û di encamê de 14 endamên dijmin mirin, endamên ku xwe di şikeftan de vedişartin û ew weke baregeh bi kar tanîn," wî anî ziman.

Endamekî hêzên Îraqî di êrîşeke ku veşartgehên DAIŞê li çîyayên navçeya Mexmûrê armanc dike de cih digire. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamekî hêzên Îraqî di êrîşeke ku veşartgehên DAIŞê li çîyayên navçeya Mexmûrê armanc dike de cih digire. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî teqez kit ku gelek bermahîyên DAIŞê yên ji hêzên rizgarkirinê reviyan xwe li çîyayên Qere Çoxê girtin û not kir ku hîn gef dimîne tevî operasyonên ewlehî yên ku ev du sal in li deverê berdewam in.

"Endamên terorîst xwe ne tenê li giran vedişêrin, lê herwiha li gundên bêkes û wêranbûyî," Mihemed got.

Wî got ku 76 gundên biçûk li deverê hene, û not kir ku tenê nîvê niştecîyan vegeriyane ji çaxê ku şerên derkirina DAIŞê qediyane, ji ber wêranbûna malên wan û xizmetguzarîyên giştî.

Gefeke bêdawî

Mihemed teqez kir ku bermahîyên DAIŞê hîn gefekê li ser vegera gundîyan çêdikin û da zanîn ku berî du rojan teqînek li gundê Edlayê rû da.

Wî got ku kesek di teqînê de hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Mihemed hêzên ewlekarîyê han dan ku êrîşên xwe li ser veşartgehên DAIŞê berdewam bikin, û hejmara karmendên ewlekarîyê li deverê zêde bikin.

"Hêzên lîwayê 50ê yê Firqeya 14ê aniha perpirsyarên ewlehîyê ne û bi karîgerîyeke mezin erkên xwe bi cih tînin," wî got.

Wî got ku dê navçeya Mexmûrê dê pêşwazîya hêzên zêde û xebatan zêde bo parastina navçeyê bikin.

Mihemed got ku ne tenê rewşa ewlehî yekane zehmetî ye.

Wî got tevî ku dora 90% ji niştecîyên bêwarbûyî vegeriyane navenda navçeyê, Mexmûr hîn derdê xizmetguzarîyên lawaz dikişîne.

Wî got ku samanên desthilatdarîya xwecihî tune ne bo binesazîya wêranbûyî di şerê li dijî DAIŞê saz bike, û bang li hikûmeta federal kir ku destwerdanê bike û rewşa xizmetguzarîyan li deverê pêş bixe.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nayab e û pir baş e.

BERSIV BIDE