Berpirs dibêjin ku ji dema ku desthilatdarên Îraqî "gefxwarina êlî" weke kiryareke terorîzmê hejmart, kiryarên xwînî bi awayekî berbiçav kêm bûne.
Encumena Dadwerî ya Bilind a Îraqê 8ê Mijdarê rewişteke êlî bi navê Deqa Aşairîya (gefxwerina êlî) weke kiryareke terorîst raçav kir, ku cihê cezayê ye li gorî Yasaya Dijî Terorîzmê ya H. 13 a 2005an.
Ev gav, ku di çarçoveya xebatên berfirehtir de bo bertengkirina li ber çekan û baştirkirina ewlehîya navxweyî, cezayên ku dibe bigihêjin radeya bihûrandina jîyanê û îdamkirinê jî disepîne.
Dega Aşairîya nerîteke êlên Îraqî ye ku li derveyî dadwerîyê ye. Kesayetên xuyayî yên êlan alîyên dijber dicivînin bo çareserkirina alozîyekê, lê eer alîyek li civînê amade nebû, wê demê dê êlan hevrik guleyan berde malên wan.
Ev yek bû sedema bûyerên ku bi dehan şervanên êlan ên çekdar li pêş xanîyê endamekî êleke dijber dicivin û guleyan dibarînin, ku carinan mirin jî çêdibe.
Ajansên ewlekarî yên Îraqî mudaxeleya "degayê" nakin, û dibînin ku ew nerîteke êlan a cihgirtî ye û ew ditirsin ku heyfhilanîn belav bibe eger wê dorpêç bikin.
Ji dema ku weke kiryareke terorî hatiye dabeşkirin, nerîta degayê li parêzgeha Zî Qarê bi rêjeya 80% li bajaran û 20% li deverên gundewarî kêm bûne, li gorî amarên dadgeha federalî li parêzgehê ku roja 19ê Nîsanê hatiye belavkirin.
"Ev demeke dirêj e ku biryara Encumena Dadwerî tê çaverêkirin," endamê encumena parêzgeha Zî Qarê Ebdul Rehman Taî got, û da zanîn ku naskirina degayê weke kiryareke terorî "nayê wateya destdirêjîya li ser bawerî û nerîtên êlan".
Wî ji Diyaruna re ragihand ku piranîya şêxên êlan piştgirîya biryarê dikin, ji ber ku ew dibînin êdî ew nerît li derveyî kontrolê ye.
Rêgirtin li ber hilgirtina çekan
Biryar "di çarçoveya xebatên dewletê de bo bidawîkirina belavbûyîna çekan di civaka Îraqî de tê", serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd ji Diyaruna re ragihand.
Hinek xelkê sistbûyîna dewletê bi kar anî bo kirina kiryarên ne yasayî "bi behaneya ku ew nerîtên êlî ne", wî got. "Ev nayê pejirandin û ew têkildarî ewlehîya navdewletî ye."
Kiûd got ku fermandarên operasyonan li parêzgehan rênmayî dane bo rêgirtin li ber hilgirtina çekan, nemaze ku ewlehî baştir bûye ji dema şikestina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).
Wî got ku êlan roleke girîng gerand di şerê li dijî DAIŞê û piştgirîkirina hêzên ewlehî de, "lê ev nayê wateya jibîrkirina girîngîya kontrolkirina çekan û rêgirtin li ber ketina çekan di destên kesên li dijî yasayê de".
Yasaya dijî terorê ya Îraqê
Yasaya dijî terorê ya Îraqê dîyar nake kîjan kiryar weke kiryarên terorî tên hejmartin, lê ew "bingehên giştî destnîşan dike, yên ku hemû kiryarên ku welatîyan dibizdînin dihundirîne", pisporê yasayê Heyan Xeyat ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku di gavekê de bo katîgorîkirina degayê weke kiryareke terorî, Encumena Dadwerî ya Bilind biryara xwe sipart "hewcedarîya bi rêgirtin li ber çêkirina gefê li ser ewlehîya welatîyan û binpêkirina serwerîya dewletê".
Bi nerîna xwe, Xeyat got, "ev ravekirineke guncan e ligel hewla dewletê ya avakirina ewlehîyê û çesipandina aramîyê û xurtkirina bawerîya welatîyan bi ajansên ewlekarî".
Wî bang kir ku divê hilgirtina çekan bi tenê bo kesên ku yasa rê dide wan serbest e, û da zanîn ku ev yek dê bi dadgehê re alîkar be ku tawankaran nas bike û wan bigire dema ku ew tawanan bikin.
Wî got ku ev yek dê rêgir be bo "kesên ku tawanan dikin bi behaneya ku ew alîgirê êlekê yan komeke çekdar in".