https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/01/02/feature-03

×
×
Mafên Mirov |

Jinên Îraqî bo nehiştina dîyardeya sinetkirina jinan kar dikin

AFP

image

Jinên Kurd li serbanekî li pîrozbahîyên Newrozê temaşe dikin li bajarokê Akirê roja 20 Adara 2018an. [Sefîn Hemîd/AFP] 

Ewrên reş hatibûn hev li asmanê gundekî Herêma Kurdistana Îraqê, lê jinekê jî qebûl nekir ku serê xwe ji wî xanîyê ku tê de du keç rastî sinetkirinê dihatin derbîne.

"Ez dizanim ku hûn li malê ne! ez bi tenê dixwazim bi we re biaxêvim," Kurdistan Resûl bang kir, Kurdistan çalakvana Kurd e bi rêxistina WADÎ ya qezenc nexwaz re dixebite, ew bo nehiştina dîyardeya Sinetkirina Jinan di çalakyê de ne.

Sinetkirina Jinan bi awayekî berfireh berbelav bû li Herêma Kurdistana, lê Kampanîyayên WADÎ ev dîyarde kêm kir.

Resûl, a 35-salî, ya bi xwe rastî sinetkirinê hatibû dema ku ew keçek biçûk bû, alîkarîyê dike di nehiştina Sinetkirina Jinan de li gundê Şerbûtîya Biçûk, li rojhilatê Hewlêrê.

Wê 25 caran serdana gund kir, û bi mela li dor ferzkirina Îslamê ji sinetkirina jinan re nîqaş kir û qabîle jî ji metirsîya hewkirinê û bedşopên derûnî haydar kirin.

Wê sibehê, wê minareya mizgeftê bi kar anî bo gundîyan vexwîne nîqaşkirina tenduristîya wan. Dema ku heşt jin hatin, wê bi sebir û hedarî metirsîyên sinetkirina jinan şirove kirin.

Di dawîyê de, jineke lawaz ji Resûl re got ku cîranê wê pilan dikir ku her du dergûşên wê sinet bike.

Lewra Resûl di rêya herî re berê xwe da wî xanî, û li dergeh da û paşê bi rêzdarî daxwaz kir ku destûr bidin ew derbas bibe.

Lê dergeh girtî ma.

"Em bawerîyên xelkê diguherin. Lewra ev yek pir zehmet e," Resûl a ku dimeşî wiha got.

''Bi tenê zarok''

Sinetkirina jinan bi dehên salan li herêma Kurdiatanê hebû, herêma ku têkildarî mafên jinan li pêş e.

Temenên qurbanîyan di navbera çar û pênc salî de ne, lê ew bi salên dirêj tûşî xwînherikînê, kêmbûna çêjê, û dirîna di dema zayînê de, û depresyonê tê.

Carinan ev prose kujêner e, û hinek keç ji ber herikîna xwînê û hewkirinê dimirin.

Paş çend salan ji xebatê, Karbidestên Kurd sinetkirina jinan qedexe kirin li gorî madeya yasayî ya dijî tundîyê ya sala 2011an, û sê sal zindan û $80,000 bac li ser kesên pêbendnebûyî ferz kirin.

Lê hejmar pir kêm dibin ji wê çaxê ve.

Di sala 2014an de, lêkolîneke Ajansa Parastina Zarokan a NY (UNICEF) dîyar kir ku 58.5% ji jinan li herêma Kurdistanê rastî sinetkirinê hatine.

Vê salê, UNICEF dîyar kir ku rêje kêmtir e: 37.5% ji keçên ji15 salî heta bi 49 salî li Herêma Kurdistanê rastî sinetkirinê tên.

Lê rêja li beşê din yê Îraqê kêmtir ji 1%, tevî ku yasaya sinetkirina jinan tune ye.

"Wê min sinet kir, ez pi êşîya û ez girî," Şikrîya, 61-salî, wiha qala wê roja ku dayîka wê berî 50 salan ew sinet kiribû kir.

"Ez zarok bû, çawa min dikarî vê yekê ji dayîka xwe qebûl nekim?"

Her şeş keçên Şikrîya, ku ya herî biçûk temenê wê 26 sal e, hatibûn sinetkirin. Lê bi saya gelek xebatên li dijî dîyardeya sinetkirina keçan, wan qebûl nekir keçên wan bên sinetkirin.

Berî çend salan, Zeyneb, a 38-salî, hiş ku xizmên xwe yên jin keça wê ya mezin sinet bikin, û paşê rê da sinetkirina sê keçên din jî.

"Ez pir ditirsîya, lewra ez li dûr rawestîyam û paşê hatim bo ez wê bişom paş ku ew hat sinetkirin," wê bi xemgînî anî ser ziman.

Paş xebatên WADÎ, wê her du keçên xwe yên din ji sinetkirinê parastin.

"Min wê demê qebûl kir, lê helbet ez qebûl nakim.Erê, ez poşman in. Lê ma çi aniha bi destê min ve tê?"

"Jinên li dijî jinan"

Resûl got ku pir zehmet bû ku tu li hember dîyardeyeke tundîyê li dijî jînan raweste di demekê de ku jin bi xwe vê yekê dikin.

"Keç û xortên ciwan kok in ku divê dawî li dîyardeya sinetkirina jinan were. Lê paş ku em ji gundekî çûn, jinên bi temen mezin bi wan re axivîn û ji wan re gotin: haydar bin, ev rêxistin dixwaze ku kêşeyan durist bike,'" wê wiha got.

Vêkolîna UNICEF ya 2014an dîyar kir ku 75% ji jinan dibînin ku dayîkên wan pir piştevanên sinetkirinê bûn.

"Ez ji van jinan re dibêjin: ev tundî ye û hûn bi destên xwe dikin -- jin li dijî jinan," Resûl got.

Lewra qurbanîyên dîyardeya sinetkirinê berê xwe nadin dadgehê.

"Yasaya 2011an nayê cîbicîkirin ji ber ku dê keç gileh li dê û bavên xwe nekin," Perwîn Hesen, seroka Beşê Nehiştina Sinetkirina jinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wiha anî ser ziman.

Hesen xwest ku li ser vê babetê bixebite ji ber ku bi zehmetî jê filitî: dîya wê ew ji nav destên qabîlê kişand di xeleka dawî de, ji ber ku dilê wê qayil nebû.

"Ez ji sala 1991an li ser pirsên jinan dixebitim, lê ev pirsa herî azardar e ji min re. Lewra min soz daye ku wê bi temamî nehêlim," wê got.

Wê got ku dê karbidestên Kurd dê stratîjîyeke nû di sala nû de dabirêje bo bihêzkirina yasaya 2011an û encamdayîna kampanyayên zêdetir.

Ji hêla xwe ve, NY pêşbîn dike ku karibe bêtir şerê dîyardeya sinetkirina jinan bike di sala 2019an de,ji ber ku gefa ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatiye sepandin kêm bûye.

Piştî DAIŞ di sala 2014an de derket holê, ajansên NY bi awayekî lezgîn berê xwe dan rewşa malbatên bêwar û operasyonên şer, pispora di warê tundîya li ser bingeha zayendê ya UNICEF, Îvana Çapcakova got.

"Aniha ku rewşa awarte ya dijwar qediyaye, em dikarin careke din xwe bidin hev da em xebatekê bimeşnin bo vê dîyardeya sinetkirina jinan li seranserê Îraqê bikin tiştekî ji dema borî," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?
3
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha