Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Jinên Kurd li eniyên şer ên Sûriyê li hember DAIŞ berxwedanê dikin

Nuhad Topaliyan li Beyrûtê

Arîn Cebel, şervaneke jin e di refên şaxê Şehba yê Yekîneyên Parastina Jinê yên Kurdî (YPJ) de ne, li Heleba jorîn şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dike. [Wêne ji Arîn Cebel hatiye wergirtin]

Arîn Cebel, şervaneke jin e di refên şaxê Şehba yê Yekîneyên Parastina Jinê yên Kurdî (YPJ) de ne, li Heleba jorîn şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dike. [Wêne ji Arîn Cebel hatiye wergirtin]

Hebûna jinên Kurd li eniyên şer ên Sûriyê "gaveke pêşengî ye li herêma Erebî û Rojhilata Navîn e", profesorê dîrokê li Zanîngeha Lubnanî Mihemed Nûredîn ji Diyaruna re got.

"Şervana Kurd roleke girîng di şerê li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û îdyolojiya wê ya girtî û hişk û nêzîkatiya weke ya sedsalên naverast bi jinê re dilîze," wî got.

Weke şervanên mêr, şervana Kurd "dema xwe ji aliyê ku pê re girêdayî ye terxan dike û jiyana xwe dide armanca ku ji ber wê şer dike".

"Îro, beşdarbûna wê di şerê li dijî DAIŞ de rêzgirtineke wê li Rojhilata Navîn ferz dike," Nûredîn got.

Jin roleke girîng di eniyên şer de dilîzin ne tenê ji ber ku şerê DAIŞ dikin, wî got, lê ji ber ku ev yek kesayeta jinê jî li Sûriyê bi pêş dixe.

Diyaruna vê dawiyê ligel du jinên şervan di rêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de axivî derbarê biryara wan a hilgirtina çekan û ka ev yek ji wan û civakên wan re bi çi wateyê tê.

Berevanîkirina li jinê li dijî tundutûjiyê

Şervana Kurd Arî Cebel, a 25 salî, ji Diyaruna re got ku ew "berevaniyê li jinê dike li dijî tundutûjî û awarebûna ku rastî wan hatiye".

Cebel di rêzên şaxê Şehba yê Yekîneyên Parastina Gel a Kurdî (YPJ) de ye, ku di bin siya QSD de şer dike, û şerê DAIŞ û girûpên tundrew ên din li gelek eniyan li Sûriyê dike.

Ew hîn li xetên pêş ji eniyan şer dike.

"Ji ber tiştê ku jin rastî wan tê, diviyabû ez tiştekî bikin daku jinan ji hemû astengkirinên ku li ser wan hatibûn ferzkirin azad bikim daku bigihin mafên xwe yên tam," wê ji Diyaruna re got.

"Rola me weke şervanan ew e ku em milbimilê mêran xaka xwe biparêzin, ew xaka ku em jin weke şeref û rûmeta xwe dibînin," wê got.

"Ez tifinga xwe ji eniyekê bo eniyeke din hildigrim daku jinan ji koletiya ku rastî wê dihatin rizgar bikim," wê got, anî ziman jî ku di şerê Sûriyê de mafên jinê tên binpêkirin û mameleyeke xirab bi wan re tê kirin.

Girûpên tundrew weke DAIŞ, Eniya Nusra, ku niha weke Eniya Fetih Şam tê naskirin, û yên din ku li ser îdyolojiya tund a Qaîda dimeşin hewl didin ku jinan tepeser bikin, wê got.

Îro, wê got, çekê wê "berê wî bi rûyê van girûpan ve ye ji bo berevanîkirin li jinan û li hebûna wan, daku cihê xwe yê xwezahî bigrin" di civakê de.

Cebel got ku wê kariye karîna xwe li ser şikandina DAIŞ li eniyên şer piştrast kiriye, anî ziman jî ku ew hêvî dike ku haydariyê zêde bike derbarê hemû awayên tundiya li dijî jinan.

"Em dê bimînin sembola xweragiriya jinan li çi cihê cîhanê bin, û li dijî hemû awayên tundutûjiyê," wê got.

"Min biryar da ku bêdeng nemînim"

Evîndar Şehba, a 20 salî, ji Diyaruna re got ku ew berî salekê tevlî şaxê Şehba yê YPJ bû û ligel girûpekê ji jinan li eniyên pêş şer dike daku "azadiya xwe biparêze".

Wê got ku ew tevlî şer bû bi handana bavê xwe, yê ku bi xwe jî şervan e, ligel a kesûkarên wê, "Piştî ku min biryar da ku bêdeng nemînim derbarê tiştê ku em rastî tên li ser destê girûpên terorîst".

DAIŞ jin ji mafên wan ên sereke bêpar kirin û heta ku li wan qedexe kir ku xwendina xwe bikin, wê got.

Şehba got ku şerê li dijî terorê girêdayî wê ye jî û morala wê bilind e, dema ku ew li eniyên pêş disekine.

"Bi rêya tiştê ku ez dikim, ez hest dikim ku jineke azad im û ez dikarim berevaniyê li xwe û li jinên din bikim, weke mêrên ku em mil bi milê wan şer dikin," wê got.

Mêrên li herêma Şehba jin han dane ku çekan hilbigrin piştî ku kiryarên zordar û hov ên DAIŞ li dijî jinên Kurd dîtin, wê got.

"Mêr me han didin ku şer bikin, morala me bilind dikin û hêzê li eniyên şer didin me, û ev e tiştê ku mêrxasiyê dide min û tirsa ku ez destpêkê têde bûm dûr xist," wê got.

Evîndar naveşêre ku zehmetî li eniyên şer hene.

"Lê bi vîna me ya xurt em jinên Şehba, em berdewam in li ser şer heta em xaka xwe ji hemû girûpên terorîst rizgar bikin û berevaniyê li jinan bikin, ên ku bi salan rastî zordariya terorîstan hatine," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500