Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Dayikên Sûriyê qala xweragiriya di nav krîzê de dikin

Nuhad Topaliyan li Beyrût

Jinên Sûriyê cilên germ ên zivistanê dirîsin weke beşekê ji projeyeke biçûk a ku ji aliyê Dama ve , ku rêxistineke ne-hikûmî ji aliyê jinan ve hatiye damezirand, tê sponserkirin. [Wêne ji Dama hatiye wergirtin]

Jinên Sûriyê cilên germ ên zivistanê dirîsin weke beşekê ji projeyeke biçûk a ku ji aliyê Dama ve , ku rêxistineke ne-hikûmî ji aliyê jinan ve hatiye damezirand, tê sponserkirin. [Wêne ji Dama hatiye wergirtin]

Di demekê de ku rastî şerê berdewam li welatê xwe tên, sê jinên Sûrî zarokên xwe diparêzin û xweragiriya xwe bi gelek awayan nîşan didin.

Corgêt Xûrî tifingekê hildigre û di eniyên pêş de şer dike, Munteha Ebdulrehman piştgiriya jinan û ciwanan dike bi rêya rêxistina ne-hikûmî ya ku ew hevdamezrênera wê ye, û Suleyma Cebalîn weke aşpêj kar dike daku piştgiriya zarokên xwe bike.

Weke rêzgirtinekê ji hêza wan re, El-Meşariq bi van hersê jinan re axivî bi boneya Roja Dayikê, ya ku li Rojhilata Navîn di 21ê Adarê de tê pîrozkirin.

Xûrî, ya 42 salî, ku ji Hesekê ye, berî sê salan tevlî hêzeke jinên Aşûrî bû û niha xwe amade dike ku di operasyona rizgarkirina Reqa ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de cih bigre.

Zarokên Sûrî di çalakiyekê de li dibistaneke ku Dama li Medaya vekiriye beşdar in. [Wêne ji Dama hatiye wergirtin]

Zarokên Sûrî di çalakiyekê de li dibistaneke ku Dama li Medaya vekiriye beşdar in. [Wêne ji Dama hatiye wergirtin]

"Dema şer derket, du bijarde li pêş min hebûn: bibim penaber an jî bimînim û di tirsê de bijîm," Xûrî, ya ku nêzîk e ku bibe dapîr ji ber ku keça wê ya 19 salî li benda zaroka xwe ya yekem e, got.

"Ez tevlî Hêzên Sutoro bûm piştî ku Eniya Nusra û DAIŞ êrîşî gundên Çemê Xabûr di 2015an de kirin û hiştin ku xelkê wan bibin aware," wê ji El-Meşariq re got.

"Ez li ser bikaranîna çekên sivik û navincî hatim perwerdekirin û di şerên li dijî DAIŞ de beşdar bûm," wê got. "Îroj ez xwe ji operasyona Reqa re amade dikim."

Xûrî, di şerên Sibata 2016an de ji bo Hol û Şedadê li bakurê rojhilatê Sûriyê beşdar bû, got ku hilgirtina çekan "take rê ye ji bo şerkirina li dijî terorîzmê û mayîna li erdê xwe".

"Min dikarîbû biçim welatekî din lê min qebûl nekir," wê got. "Ez bi-israr bûm ku cihgir bimînim."

Di dema şerê Holê de, wê bibîr anî, jinên ku pêre şer dikirin tehmûla 27 rojên ji seqa û kendûkozên sext kirin, lê qebûl nekirin ku xwevekişînin heta şer bidawî bibe.

"Me ji dûrbûna kîlometrekê şerê DAIŞ kir û me zererên mezin gihandinê," Xûrî got. "Min karî ez hinekan ji wan bigrim û wan radestî fermandarên me bikim."

Serkeftina ku wê rojê bidest xistî wate da xweragiriya wê, wê got, anî ziman jî ku "divê em weke jin xwerabigrin û bikevin nav hewldanan de."

"Ji dema ku min kincên xwe yên leşkerî lixwe kirine, ez nema xwe weke jin dibînim, lê weke şervan," wê got. "Kesayetiya min hat guhertin, û tişta alîkariya min kir piştgiriya zilamê min bû, ku bi xwe jî şervan e, ligel a keça min."

Di demekê de ku Xûrî Roja Dayikê "weke boneyekê ji bo pîrozkirina qurbanîdayîna dayikan di nav malbat û civakên xwe de" dibîne, di baweriya wê de "divê herwiha bîranînek ji her dayikê re be ku qurbanîdayîna xwe ji bo welatê xwe zêde bike û berevaniyê lê bike, daku zarokên wê bi keramet bijîn".

Rêberkirina zarok û ciwanên nûhatî

"Di 2014an de, min û grûpek ji hevalan grûpa Damma ava kir ji bo sivikkirina sîmayên tundutûjiyê, pêşxistina jinan û perwerdekirina zarokan, ji bo alîkariya wan ku encamên şerê heyî derbas bikin," Ebdulrehman, a 39 salî, ji El-Meşariq re got.

Dayika pênc zarokan got ku wê û şeş jinên din rêxistin ava kirin ji bo perwerdekirina zarokan, pêşkêşkirina piştigiriya derûnî ji jinan re û alîkariya wan ku pereyan qazanc bikin bi rêya damezirandina projeyên pêşxistinê yên biçûk.

Damma, ku li Zebedanî ku bajarokê Ebdulrehman e hatibû despêkirin, niha şaxên wê li Wadî Bereda, Medaya û Wadî Biqaa ya Libnanê hene, wê got.

"Min biryar stand ku ez li welatê xwe bimînin tevî hemû tirs û zehmetiyên ku ez rastî wan têm," wê got, anî ziman ku ew berî çend mehan awareyî Medaya bû lê karê xwe ji bo jin û zarokan berdewam kir.

"Ji dema ez çûme Medaya, xweragiriya bû bi awayekî din ku diviyabû ez zarok û ciwanên nûhatî derbarê metirsiyên madeyên hişbir perwerde bikim," wê got, ku di nav de bilindkirina hişmendiyê derbarê bengîniyê û tevlîkirina ciwanan di hewlên vehisînî, perwerdeyî û pêşeyî de.

Ebdulrehman û jinên pêşeng ên din dibistanek ji zarokan re vekirin, û piştgiriya jinan dikin bi rêya damezirandina projeyên biçûk ku alîkariya wan dikin di mamelekirin bi zehmetiyên ku şer bi xwe re anîn û tehmûlkirina wan.

"Dema ez biryarê didim ku xweragir bimînim, divê ez xweragiriya xwe bigihînim jinên din û alîkariya wan bikim, ligel zarokan jî, û wan ji hemû awayên tundutûjiyê biparêzim," wê got. "Heta vê dawiyê jî, me workşopên bilindkirina asta hişmendiyê derbarê metirsiyên tundutûjiyê de lidar xistin."

Hewldan ji bo peydakirina pêşerojeke baştir

Berî sê salan, Suleyman Cebalîn, a 28 salî, ji Etarib li rojavayê gundewarên Helebê reviya Libnanê ligel hersê zarokên xwe, ku hemû di bin 8 salan de ne.

Îro, ew debara jiyana xwe dike bi rêya çêkirina xwarinê li mala xwe li Mezraat Yeşûh li navçeya Metn a Çiyayê Libnanê, ku tirşî, xorav û qûtan çêdike.

Piştî ku zilamê wê li Sûriyê hat kuştin, ew ji welat reviya ji tirsa li ser selametiya zarokên xwe, wê ji El-Meşariq re got, anî ziman ku barê xwedîkirina wan bi temamî kete ser milê wê.

"Diviyabû ez mameleyê bi rewşa nû, xemgînî û gelek zehmetiyan re bikin li welatekî ku ez ti kesî lê nas nakim," wê got.

Bêyî ku li benda alîkariyê be, Cebalîn li deriyên xwaringehan dida û ji wan dixwest ku di metbexê de kar bike, û xwarinên Helebî çêbike.

"Hemû derî di rûyê min de girtî bûn," wê got. "Ez bi girî vegeriyam odeya xwe, lê min dev ji hêviyê berneda ji ber ku diviyabû ez zarokên xwe bixwarin bikim. Nêzîkî $125 li ba min hebûn û ez çûm dikanekê û şênkatî û fêkî, û goşt jî, kirîn bi pereyên ku bin re mabûn. Her dema ku ez gihame malê, ez çûme metbexê û jê derneketim heta roja piştî wê. Min hinek xwarin, tirşî û xorava qeysiyan çêkirin."

"Min tişta hazirkirî bire xwaringehekê û israr kir ku xwediyê wê tam bike."

Wî yekser jê daxwaz kir ku ji mala xwe kar bike û tirşiyan û hinek xwarinan li gorî daxwazê, bi taybetî apraxan û kulîçeyan, çêbike, wê got.

"Îro min li malê ji xwaringehê re xwarin çêkir û li gorî daxwazê xwarinan ji hin malbatan re jî çêdikim," wê got, ligel şiştina şênkatiyên xwaringehê li malê.

Kar alîkariya wê dike ku xweragir bimînin "ji bo zarokên xwe daku jiyaneke birûmet ji wan re peyda bikim", Cebalîn got.

"Min bi dilê xwe awarebûn bijart piştî mirina zilamê xwe daku xwe ji tundutûjiyê dûr bikim û zarokên xwe ji derdên şer biparêzim daku bo tundutûjiyê neyên kişandin," wê got.

"Ez bi tişta ku dikim serbilind im, tevî westiyanê, ji ber ku xweragiriya min piştgiriya wan dike û rê dide min ku perwerdeyekê ji bo pêşerojeke baştir ji wan re peyda bikim."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500