Dadgehên rewşên kesatî li bajarên Îraqî yên rizgarkirî pêleke daxwaznameyan werdigrin ji jinên ku dixwazin ji endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) cuda bibin.
Gelek ji van jinan neçar bûne ku bi endamên DAIŞê re bicewicin û êdî ew naxwazin ku wan hevjînkirinan dewam bikin.
Zewaca bi zorê, ku carinan gelek jin hene, beşek e ji tundûtûjîya seksî ya endamê DAIŞê ye li dijî jinê, ligel revandin û tecawzkiirna seksî û kirîn û firoştina jinan mîna koleyan.
Nûr, 38-salî ye, ku navê xwe guhertiye, ji Diyaruna re got ku ew hat neçarkirin ku bi çekdarekî DAIŞê re bizewice piştî ku rêxistinê destê xwe danî ser Mûsilê di 2014an de.
"Tevî redkirina min a dubare ji zewaca bi wî re, ez ligel zewicî piştî ku gefa kuştinê li min û malbata min hat kirin," wê got. "Ew bi temamî zewaceke ne bi dilê min bûn û pir problem di navbera me de hebûn."
"Ez bi reftar û hizirê wî yên tundrew ne kêfxweş bûm," wê got, û da zanîn ku "ew cihê şermezarîyê ye, û ez qet nema dixwazim ku ez li ser navê wî bimînim".
Nûr got ku ew tiştekî li ser wî nizane ji dawîya 2016an de, ji çaxê ku şerê Mûslê dest pê kir. Ew daxwaza cudabûnê dike, û ew aniha bendewarîya biryara dadgehê dike.
''Tundûtûjîyeke dijwar''
"Zewaca bi zorê formeke tundûtûjîya li hember jinê bû," Ebîr Çelebî, seroka Rêveberîya Guhlêdana li Jin û Zarokê ya ser bi wezaretê ve ragihand.
"Endamên DAIŞê keç neçar kirin ku ligel wan bizewicin li gor girêbesteke ne guncan, û keç û malbatên wan nedikarîn qebûl nekin, ji ber ku dê redkirin jîyana wan bi dawî bike," wê ji Diyaruna re ragihand.
Ev daxwaznameyên jinan yên cudahîyê "delîlekî mezin e li ser redkirina terorîstan de ji alîyê jin û malbatan û herwiha civakê ve", wê got .
Endamên DAIŞê rûmeta jinê bin pê kiriye, û wê bi tenê "weke koleyan raçav dikin, û ew tecawizên seksî derheqê keçên nûhatî felaketeke din e", wê da zanîn. "Tawanên wan hemû nirxên olî û mirovî bin pê dikin".
Hejmara giştî ya jinên DAIŞê ne dîyar e, lê Çelebî got ku 800 jinên DAIŞê li wargehan li bakur û rojhilatê Îraqê tev zarokên xwe dijîn.
"Piranîya jinên ku ligel endamên DAIŞê zewicîne rastî tirsandinê û tundûtûjîyê hatin bo zewacê qebûl bikin," Nuha Derwîş, mamosteya derûnasîyê li Zanîngeha Bexdayê, got.
Wê got ku lêbelê hinek jinan ev zewac qebûl kirin, û got ku "jinên wiha dê lêpirsîn bi wan re were vekirin û dibe ku bi piştgirîkirina terorîzmê bên gunehbarkirin".
Zewacên ne yasayî
Derwîş got ku gelek zewacên bi zorê hatin encamdayîn dema ku DAIŞê hinek bajar kontrol dikirin û xelk bi darêzorê hukim dikirin.
"Ev zewac tu binemayên wan yên yasayî tune ne û ew bi nefermî hayine tomarkirin," wê got.
Ev bawrname "dadgehên DAIŞê ew li gor bernavan derxistine ne bi navê rast ên mêran, ji ber ku terorîstan nedixwest ku nasnameya xwe eşkere bikin", wê anî ser ziman, lewra ev zewac neqanûnî ne.
Derwîş got ku Hemû jinên ku endamên DAIŞê tadarî li wan kirine û mafên wan bin pê kirine divê alîkarîyê wergrin.
"Em nikarin wan bi tenê bihêlin," wê got. "Divê em wan himbêz bikin, û wan ji nû ve re tahîl bikin."
"Milîtanên DAIŞê ne bi tenê ji alîyê civakê ve tên redkirin, lêbelê ji alîyê malbat û êlên wan ve," serokê partîya Ehrarên Furat Şêx Ebdulah Cuxêfî, fermandarê berê yên hêzên heşda êlan li Enbarê, ragihand.
"Hemû êl ji endamên xwe yên tevlî DAIŞê bûne bêrî bûn," wî ji Diyaruna eşkere kir, û da zanîn ku çaxê êlek guman dike ku endamekî wê tevlî rêxistinê bûye, ew yekser desthilatdarîyan agahdar dike.