Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraq dê malbatên êrîşa el-Kerada qerebû bike

Xalid el-Taî

Xwebexş zerera ku di encama êrîşeke xwekujî de ku di 3'ê Tîrmehê de çêbûbû û bazareke qerebalix li navçeya el-Kerada ya Bexdayê kiribû armanc çak dikin . [Wêne ji rûpela Bexdayê di Facebook de]

Xwebexş zerera ku di encama êrîşeke xwekujî de ku di 3'ê Tîrmehê de çêbûbû û bazareke qerebalix li navçeya el-Kerada ya Bexdayê kiribû armanc çak dikin . [Wêne ji rûpela Bexdayê di Facebook de]

Komîteyeke hikûmeta Iraqê bi erkê qerebûkirina malbatên wan kesên ku hatin kuştin anjî birîndar bûne di êrîşa xwekujî ya 3'ê Tîrmehê de li navçeya el-Kerada ya Bexdayê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girte stûyê xwe hatiye erkdarkirin.

Wezareta Tendirustiya Iraqê got ku 292 kes di teqînê de mirin, û nêzîkî 200 ên din birîndar bûne.

"Malbata her şehîdekî dê pênc milyon dînar ($3,800) werbigrin ligel terxankirina mûçeyeke mehane ya xanenişînkirinê û herwiha parçeyeke erd ji bo niştecîbûnê yanjî apartmanekê," cîgirê parêzgarê Bexdayê Casim Bexatî ji Diyaruna re got.

Birîndar dê pereyan li gorî cureyên zererên ku gihane wan werbigrin û dê di sîstemên xanenişînkirin, tendirustî û guhdana civakî de cih bigrin, wî got jî.

Komîteyeke din dê zerera madî ku di encama teqînê de çêbûye binirxîne, û dê raporetkê radestî Encumena Wezîran bike ji bo dayîna qerebûkirinan, wî got.

Venirxandina tedbîrên ewlekarî

"Ji ber ku tawan çêbû, dever di bin ewlekariyeke tund de ye ji ber ku hikûmetê biryar daye ku hemû pilan û tedbîrên ewlehiyê serast bike," Bexatî got.

"Xalên kontrolê li dergehên el-Kerada hatine danîn û kolanên wê bi alavên pêşketî yên destnîşankirina teqemeniyan hatine hazirkirin," wî got.

Pêncî seyên polîsî li van xalên kontrolê hatine bicihkirin, wî got jî, û nobetên ewlekarî li kolan û sikakên navçeyê pêk tên.

Piştî hişyarbûn ji êrîşê -- ku mezintirîn êrîş li paytextê di heyama bêtirî deh salan de ye -- hikûmeta xwecihî dest bi kampaniyayekê kir ji bo daxwazkirin ji welatiyan ku hevkariyê ligel ajansên ewlekariyê ku bi parastina wan hatine erkdarkirin bikin, Bexatî got.

Kampaniyaya, ku armanca wê şêniyên li gundewarên bajêr e, dixwaze rê li ber her hewleke girûpên weke DAIŞ bigre "ku molgeh û hêlînan damezirînin anjî metirsiyê li ser ewlehî û selametiya paytextê û nişteciyên wê çêbikin", wî got.

Endamên encumena xwecihî ya el-Kerada, endamên malbatên hin qurbaniyan, û rîspiyên xwecihî ligel lîderên ewlekarî civiyan ji bo radestkirina çend pêşniyaran derbarê parastina ewlehiyê, Beha el-Rubeyî, cîgirê serokê encumena xwecihî got.

Ev yek bicihkirina teknolojiyayên nû yên destnîşankirina teqemeniyan û yekîneyên K-9, berfirehkirina hewlên komkirina agahiyên îstixbaratî û organîzekirina derbasbûn û derketina ji deverê bêyî gihandina bandoreke nerênî bi şêniyan yanjî tevgera bazirganî li xwe digre.

"Hikûmet û desthilatên ewlekarî bi erênî bersiva van pêşniyaran dane," wî got, daxwaz jî kir ku kamîreyên çavdêriyê yên bêtir li deverên bazirganî bên danîn û herwiha navendeke operasyonan ji bo çavdêrkirina wan were avakirin.

Nûveçakirina apartman û dikanan

Hikûmet dixwaze "qerz û deynên li ser qurbaniyan, yanî yên ku xwedî dikan bûn, efû bike û bide bankan, ku ew pere bi qasî milyarên dînaran û hatibûn standin ji bo çalakkirin û pêşxistina karên xwe," el-Rubeyî got.

Wî tekezî kir li ser girîngiya bilezkirina nûçakirina avahiyên ku zerer gihaye wan, qerebûkirina qurbaniyan û nûavakirina dikan û apartmanên wan.

Encumena xwecihî ya el-Kerada navên qurbaniyên êrîşê tomar dike ji bo piştrast be ku şehîd û malbatên wan qerebûkirina ku ji wan re hatiye diyarkirin distînin, el-Rubeyî got.

"Me heta niha agahiyên 90 qurbaniyên ku ji aliyê malbatên xwe ve hatine naskirin tomar kiriye," wî got. "Me daxwaz ji malbatên wan kesên ku ji encama êrîşê nexuya ne kir ku nimûneyên DNA bidin daku em wan û encamên testên DNA ku Wezareta Tendirustiyê ji qurbaniyan re çêkirine deynin ber hev."

Hevdem, Amanat Bexdad dest bi çakirina jêrxaneya ku di encama teqînê de çêbûye kir, di nav de xetên avê, boriyên kanalîzasyonê û peyaran, rêveberê pêwendiyên giştî û ragihandinê Hekîm Ebdulzehra ji Diyaruna re got.

Şaredariyê serperiştiya kampaniyayeke paqijkirinê li wî cihî kiriye û taqîkirinên ewlekarî pêk tîne daku piştrast be ku ti tîşk anjî madeyên zererdar tê de tune ne, wî got.

Wî tekezî li ser pêwsîtiya ku xwediyên dikan û avahiyan pêbendî pêdiviyên selametiyê bin kir, weke piştrastbûn ji berdestbûna derence û deriyên derketinê herwiha kujerên agir.

Tedbîr ji bo rêgirtin li êrîşan di pêşerojê de

Alên reş û nîşandanên din ên xemgîniyê hîn li cihê bûyera teqîna Kolana el-Kerada el-Şerqiya tên dîtin, ku xelk û hîn malbat ji ber şîna miriyan kom dibin.

Teqîna 3'ê Tîrmehê "karesateke mezin bû, û divê hemû tedbîrên gengaz bên standin ji bo rêgirtin li dubarebûna êrîşên bizdêner ên bi vî awayî", rîspiyê xwecihî Şêx Îsa Umran el-Xefacî ji Diyaruna re got.

"Tawankarên DAIŞ canên bêsûcan distînin, û hîn 181 termên şewitî li cem rêveberiya nûjdariya dadwerî ne ku li benda destnîşankirinê," wî got.

"Vê trajediyê xemîniyeke mezin û birîneke kûr li pey xwe hişt, û divê ajansên ewlekarî û yên hikûmî terorîstan ceza bikin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500