Nûçeyên Iraqê

Di nav xemê de, jiyan li el-Kerada didome

Ela Hisên li Bexdayê

Karmendên şaredariyê kolanên bajarê el-Kerada paqij dikin piştî ku êrîşek li bazareke qerebalix qewimî di dawiya Remezanê de. [Wêne ji rûpele Facebook a Emanet Bexdad hatiye wergirtin]

Karmendên şaredariyê kolanên bajarê el-Kerada paqij dikin piştî ku êrîşek li bazareke qerebalix qewimî di dawiya Remezanê de. [Wêne ji rûpele Facebook a Emanet Bexdad hatiye wergirtin]

Hêdî hêdî, jiyan li taxa el-Kerada li Bexdayê normal dibe, ku 3'yê Hezîranê baseke biçûk ku bi teqemeniyan barkirî bû navendeke bazarkirinê wêran kir, û bi sedan kes kuştin û birîndar kirin di demeke nêzîkê cejina Remezanê de.

Êrîş, ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li sitûyê xwe girt, di deh dehsalekê de xirabtirîn êrîş li Iraqê bû ye li gorî hejmara birîndar û kuştiyan, hate ragihandin jî ku dora 300 kuştî hebûn.

Dukan niha dîsan deriyên xwe vekirine, deng û kenîn dîsan ji qehwexaneyan tên bihîstin, û xwarnên pir xweş ji xwaringehên li ser rêyê tên bênkirin.

"Helbet hejmareke mezin a qurbaniyan hebû, piraniya wan ciwan bûn, lê belê, jiyan didome," Ehmed el-Ubeydî, xwediyê dikaneke cilên mêran e li el-Keradayê, got.

"Ev kolan bi bûyereke terorîstî namire," wî ji Diyaruna re got. "Berevajî vê yekê, bersivdayîna vê teqînê yekbûn û dilsoziyeke mezintir bi el-Kerada re bû, û cihê teqînê bû mezareke ku xelk ji paytextê û ji hemu parêzgehên din serdana wê dikin."

Piştî bombeyê, gelek rojan kolan ji aliyê desthilatan ve ji ber sedemên ewlekarî hatibû girtin, lê xelk û bazirganên el-Kerada xwenîşandan kirin, û daxwaza ji nû vekirina deverê kirin.

"Em çûn xwepêşandana li nêzî Meydana Kehremana li dergehê el-Keradayê, me daxwaz ji berpirsên deverê kir ku vekirina kolana sereke bilez bikin," Ehmed Selman, ku xwediyê firoşgeheke pirtûkan e li el-Kerada, got.

"Em bi rastî ji bo hevalên xwe û xweşdivîyên xwe yên ku di teqînê de merin xemgîn in, lê derd ne çareser e û nabe bi teslîmbûnê rûbirûbûna terorîzmê bê kirin," wî ji Diyaruna re got. "Bi berevajî, divê em bi dewamkirina jiyan û xweşiyê şerê wan bikin."

Hewlên nûavakirinê

Desthilatên xwecihî piştî bombekirinê bilezimkan livandin daku karên paqijkirinê, hilgirtina asewarên avahiyan û karên çêkirinê li deverê encam bidin weke hewleke ji bo zû vegerandina jiyana normal.

"Dema ku eoperasiyonên ewlekarî û lêpirsînê li deverê temam bûn, Emanet Bexdad dest bi hilgirtina asewar û bermahiyên teqîna terorîstiyane kir," birêveberê têkeliyên giştî di Emanet Bexdad de Hakim Ebdul Zehra got.

Yek ji tehediyên sereke li deverê çêkirina boriyên avê û peyaran û filkeyan e, wî ji Diyaruna re got.

Emanet Bexdad çend zanîngehên Iraqî bi teqdîra zirarên li avahiyan bûne û egera karîna çakirin anjî avakirina wan erkdar kir, wî got jî.

Alîkarî di navbera sektorên giştî û taybet de

Kolana sereke ya el-Kerada ji wesayîtan re vekiriye û çûnûhatin dîsan li deverê çê dibe, Mihemed el-Rubeyî, cîgirê komîteye ewlekarî ya Encumena Parêzgeha Bexdayê, got.

Hêzên ewlekariyê tedbîrên ewlekarî li deriyên el-Keradayê zêde kirin, tîmên kûçikên polîsî yên rahênankirî hatine bicihkirin û kamerayên çavdêrî yên nû hatine danîn, û lherwiha pişkinînkirina bi baldarî ya her wesayiteke ku derbasî deverê bibe, wî got.

Jiyan vegeraye el-Keradayê bi saya hevbendiya di navbera ajansên hukmetê û sivîlan de, el-Rubeyî got.

"Demaku hukmetê tîm danîn daku deverê ava bikin û kesên zirar gehiştiye wan qerebû bike, bi sedan kesên xwebexş ji bo karên parastin, boyaxkirin û vegerandina karan li cihê teqînê bikin hene."

Xwebexş û desthelatên hukmetê heta niha 3 milyar dînarên Iraqî bi xêr dane el-Keradayê, ku di fandeke taybet de hatiye danîn daku piştre ji bo nûjenkirinê bên bikaranîn, wî got.

Lêpirsîn berdewam in

Tevî hewlên erênî, hevwelatiyên Iraqî hîn gelekî ji bûyerê aciz in.

"Heta ku tawanbar û proveksyoner neyên girtin û cizaykirin dilên Iraqiyan bi giştî û şîniyên el-Keradayê bi taybetî dê aciz bimînin," el-Rubeyî got.

Şîrovegerê siyasî yê Iraqî Xalib el-Şehbender ji hukmeta Iraqê xwest ku lêpirsîneke giştî, zelal û berfireh derbarê vê mijarê destpê bike.

"Xwîna ku li el-Keradayê hatiye rijandin hêjayî hewlike mezintir e ji aliyê hukmetê ve," el-Şehbender got, ku kurê wî, rojnamevan Emar el-Şahbender, di bûyereke din a pêştir de hatiye kuştin.

Encumena Dozgeriya Bilind ferman kir Dadgeha Tawanbar A Navendî Ya Iraqê li teqîneya el-Kerada bimeyzîne daku lêpirsîneke kûr û dûr di derbarê bûyerê de çêbibe û tawanbar bi zûtirîn dem bên girtin, encumenê di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500