Nûçeyên Iraqê

Xwekujekî DAIŞ 12 kes li xaleke kontrolê li bakurê Bexda kuşt

Xwekujekî " Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi otombîleke bombebarkirî li nêzî xaleke kontrolê ya qelebalix li bakurê Bexda roja duşemê (25'ê tîrmehê) xwe teqand, bû sedema kuştina 12 kesan, AFP ragihand.

Di encama teqîna li ber dergehê bajarê Xalis de 37 kes jî birîndar bûn,li gorî Berdevkê polîsê parêzgeha Diyala eqîd xalib el- Etiya û Berdevkê wezareta tenduristiyê Faris el-Azawî.

Etiya got ku xala kontrolê dagirtî otomobîl bû ,û hejmarek ji wan di teqînê de hatin şewitandin.

DAIŞ daxuyaniyeke balv kir û li xwe girt, got jî ku êrîş ji aliyê welatiyekî Iraqî ve pêk hat.

Teqîn rojekê piştî êrîşa xwekuj a ji aliyê DAIŞ bû ku herî kêm 15 kes li taxa Kazimiya Bexdayê hatine kuştin.

Di destpêka vê mehê de, DAIŞ êrîşeke xwekujî li bazareke qerebalix li navçeya Kerada ya Bexdayê pêk anî ku di encamê de 292 kes hatin kuştin -- ku yek ji kujênertirîn êrîşan bû ku li Iraqê rûdane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500