Nûçeyên Iraqê

4 kampên bêwaran li parêzgeha Nînewayê tên girtin

Desthilatdarên Îraqî çar kamp li parêzgeh Nînewayê girtin û şênîyên wan bo deverên wan ên resen vegerandin, Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqê Duşemê (23yê Îlonê) ragihand.

Kampên hatine girtin kampên Ced'a 2 û 3, Medrec û Selamiya 3 ne, Wezîrê Koçberî û Koçberan, Newfel Beha Mûsa di daxuyanîyekê de ragihand.

"Şênîyên Ced'a 2 û 3 bo Ced'a1 hatin veguestin piştî ku piranîya şênîyên wê vegerîyan deverên xwe yê resen," wî got.

Hevdem, kampa Medrec li Geyarayê û Selemîya 3 li rojhilatê Mûsilê hatin girtin û şênî bo deverên wan ên resen hatin vegerandin piştî çar salan ji bêwarîyê.

Mûsa got ku dê wezaret stratîjîya xwe ya vegerandina bêwaran bo malên wan û dabînkirina alîkarî û xizmetguzarîyên girîng ji wan re berdewam bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500