Nûçeyên Iraqê

Malbatên bêwar ên Enbarê vedigerin malên xwe

Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqê Duşemê (20ê Gulanê) ragihand ku 192 malbatên bêwar vegerîyane deverên xwe yên resen li bajarokê Qaimê yê sînorî li parêzgeha Enbarê.

Malbat bêwar bûbûn piştî ku "Dewleta Îslamî" dest danî ser rûberên berfireh ji Enbarê di havîna 2014an de.

Ew ji kampên bêwaran ên li Ameriyet el-Feluca û bajarê geştyrî li ser beravên Gola Hebaniyayê bo Qaimê hatine vegerandin, wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Wezaretê got ku tîmên wê li Enbarê pêşwazî li kesên vegerandî kirin bi hevahengî ligel Wezareta Veguhestinê, birêveberîya herêmî û hêzên ewlekarîyê "piştî wergirtina rêkarên ewlehî û îdarî yên pêwîst".

"Programa vegera bi biryardarî ya wezaretê dê berdewam bike heta vegera bêwarê dawî û girtina kampa dawî," daxuyanîyê teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500