Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî bombeyên bidestçêkirî yên DAIŞê li pey xwe hiştine diteqînin

Dora 150 bombeyên bidestçêkirî yên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Enbarê li pey xwe hiştine teqandin, peyvdarê Wezareta Berevanîyê, emîd Yehya Resûl Çarşemê (26ê Kanûna Yekem) eşkere kir.

"Hêzeke Fermandarîya Operasyonên Enbarê 48 bombeyên bidestçêkirî yên ku DAIŞê li pey xwe hiştibûn li Hamîrayê, û 60 bombeyên bidestçêkirî yên din, û herwiha galonekî 20 lîtir, pênc qotîyên hesinî, û hawineke 81-mm li navçeya Gundê Nûjen teqandin," Resûl ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzê herwiha 41 bombeyên bidestçêkirî û hawineke 60-mm li Elbû Xalidê teqandin, û du bombeyên bidestçêkirî hatin rahilkirin di dema operasyoneke lêgerînê de li Wadî Samilê.

"Gumanbarekî bi terorê li Qetanayê hat girtin, û kesekî tê xwestin li Sûrayê hat girtin," wî eşkere kir.

Resûl got ku li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên bi dîqet, 19 bombeyên Nemsayî di xanîyekî de li Temîmê hatin dîtin, û da zanîn ku "ew hatin bêbandorkirin û wêrankirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500