Nûçeyên Iraqê

Du çekdar hatin girtin û mûşek hatin desteserkirin li rojavayê Îraqê

Hêzên Îraqî du kesên ku guman heye ku terorîst biin li Qaimê roja Çarşemê (19ê Kanûna Yekem) girtin û dest danîn ser sê mûşekên arastekirî di operasyonên cuda de da ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê nehêle, Wezareta Berevanîyê ragihand.

"Hêzeke [serbazî] bi Fermandarîya Operasyonên Cezîrê operasyoneke ewlehî li gundê Zawyayê cîbicî kir û sê girên bo avêtina mûşekan, sê mûşekên arastekirî û hawineke 120 mm ya DAIŞê dîtin," peyvdarê fermandarîyê emîd Yeyhya Resûl di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Wî anî ziman ku hêzeke din du kesên guman heye ku terorîst bin li Qaimê girtin.

Wî got ku herwiha pazdeh bombeyên bidestçêkirî yên ji cureyên cuda yên ku DAIŞê li şûn xwe hiştibûn di heman operasyonê de hatin bêfitîlkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500