Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nêzîkî 800 çekdarên DAIŞ mirin di demekê de ku şerê Mûsil tundtir dibe

Diyaruna

Hêzên Iraqî îşareta serkeftinê nîşan didin di dema ku li ser erebeyeke şer a piyade ne ku li devera Şûra, li başûrê Mûsilê, di 24ê Cotmehê de, digere. [Ehmed Rubeyî/ AFP]

Hêzên Iraqî îşareta serkeftinê nîşan didin di dema ku li ser erebeyeke şer a piyade ne ku li devera Şûra, li başûrê Mûsilê, di 24ê Cotmehê de, digere. [Ehmed Rubeyî/ AFP]

Hêzên federal ên Iraqî û hêzên pêşmerge yên Kurd ber bi Mûsilê ve li çend deveran pêşve çûn di dawiya hefteyê de, lê rastî xweragirtineke tund ji aliyê çekdarên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve tên roja Duşemê (24ê Cotmehê), AFP ragihand.

Balafirên hevpeymaniya navdewletî pêleke bêmînak ji êrîşên asmanî pêk anî ji bo piştgiriya êrîşa ku berî hefteyekê destpê kir, lê tundrewan bi topbarankirin, agirên nîşangiran, otombîlên bombekirî û davên bombekirî bersiv dida.

DAIŞ herwiha hewl da ku balê dûrî şikestinên xwe yên derdora Mûsilê bike bi rêya êrîşên li ser hêzên Iraqî li cihên din li welat , ku ya dawî roja Şemiyê li ser Rutba nêzîkî sînorê Urdunê bû.

Bi sedên çekdarên DAIŞ mirin

Êrîşa, ku 17ê Cotmehê destpê kir, armanca wê vegerandina bajarok û gundên derdora Mûsilê ye berî ku hêzên taybet êrîşî bajar bikin û li dijî çekdarên DAIŞ şerê kolanan bikin.

Di hefteya borî de, hêzên ewlekarî bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî 772 çekdarên DAIŞ kuştin, 23ên din girtin, û 127 otombîlên bombekirî, 27 hawin, 16 reşaşe, heft êlekên bombekirî û veşargeheke mezin a çekan wêran kirin, Wezareta Berevaniya Iraqî di daxuyaniyekê de roja Duşemê got.

Hêzên ewlekarî herwiha "çar malên bombekirî pûç kirin, û 397 bombeyên bidestçêkirî teqandin, 11 malên hewandinê, sê tunel, navendeke fermandariya DAIŞ, şeş topên li dijî balafiran û sê Doşka wêran kirin", daxuyaniyê got.

Wan "dest danî ser 1.5 tonên nîtrata amoniya, neh hawinên 120-mm, hawinên 380, hawineke 60-mm, 61 Katyoşa, 31 rokêt, sê reşaşên PKC û çar RPG7", daxuyaniyê got jî.

Piştî serdaneke dawiya hefteyê ya Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter, berpirsên Amerîkî gotin ku hevpeymaniyê heta niha piştgiriya asmanî ya herî zêde daye operasyonê.

"Hefteyek li ser operasyona Mûsil boriye, heta niha hemû armanc hatine bicihkirin, û êrîşên asmanî yên hevpeymaniya bêtirî hemû hefteyên din ên şerê li dijî DAIŞ bûn," Brett McGurk, şanderê herî bilind ê Amerîka bo hevpeymaniyê, di medya civakî de nivîsand.

Roja Yekşemê, hêzên Iraqî di nav davên bombekirî, guleyên nîşangiran û otombîlên bombekirî yên xwekujan şer kirin daku derdora Mûsilê teng bikin, hevdem li pey çekdarên DAIŞ ên li pişt êrîşên din li welat bûn diketin.

Hêzên Kurdî pêşketineke nû li Başîqa, li bakurê rojhilatê Mûsilê, di berbangê de ragihandin, ku nêzîkî 10,000 şervan tevlî êrîşeke mezin bûne ji bo vegerandina bajarokê di destê DAIŞ de. Wan heta niha heşt gund nêzîkî Başîqa ewle kirine.

Li aliyê rojhilatê Mûsil, hêzên federal roja Duşemê li Qereqoş şerê DAIŞ dikirin, ku mezintirîn bajarokê Kiristiyanan li welat e.

Hêzên çekdar bo roja sêyem li pey hev derbasî bajarok bûn lê hêzên çekdar ên ku li derdora wê bicihkirî ne rastî topbarankirina ji nav bajarok ve hatin, AFP ragihand.

Hêzên federal herwiha serkeftin li çeperê başûr bidest xistin, ku li wir pêşketineke bilez bidest dixin, gund li pey gund digrin di demekê de ku rêya xwe bo Newala Dîcle xweş dikin.

Sivîl ji şer direvin

General Stephen Townsend, fermandarê hevpeymaniyê, roja Şemiyê got ku xweragiriya DAIŞ tund bû.

"Gelekî girîng e, ku em behsa guleyên nerasterast ê dijmin, gelek bombeyên bidestçêkirî, gelek otombîlên bombekirî yên rojane, heta hinek mûşekên arastekirî yên li dijî tankan bikin," wî li Bexdayê got.

"Kêmbûna çavkaniyên mirovî, alavên tendirustî, bijîşkî û bijîşkên pispor li ba me hene," Lewend Mîran, bijîşkê li nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê, got.

"Nêzîk, eger 1,000 halet li cem me çêbibin, karîna me dê ne bes be."

Bi hezarên sivîlan ji şer û DAIŞ reviyane kampên awareyan li başûrê Mûsilê .

"Bêtirî 5,000 kesan niha aware ne û bi rastî hewceyî alîkariya mirovî ne," NY di apdêtekê de roja Yekşemê got.

"Tevgerên xelkê li gorî tevgera di bereyên şer de tên guhertin, di nav de xelkê ku vedigerin malên xwe piştî başbûna rewşa ewlehî li devera derdorê," di daxuyaniyekê de got.

Hêzên Iraqî niha li deverên ku kêm xelk tê de ne şer dikin lê dema ku nêzîkî sînorên bajar bi xwe bibin, girûpên alîkariyê ji destpêkirina koçberiyeke bikom ditirsin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500