Hêzên ewlekariyê yên Iraqî kargeheke ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bo bomberêjkirina otombîlan û çêkirina bombeyên bidestçêkirî bikar tanî dîtin û wêran kirin li devera el-Colan a li Felûca, li rojavayê Bexdayê, Wezareta Berevaniyê roja Çarşemê (29'ê Hezîranê) got.
Teqemenî, têl, şeş moşek ên li pey germahiyê diçin, 39 moşekên SPG-9 û heft bombeyên bidestçêkirî jî di Kargehê de hebûn û hatin pûçkirin bêyî qewimîna ti bûyerekê, wezaretê di daxuyaniyekê de got.
"Hêza Firqa 14'ê jî çar malên bomberêkirî teqandin, û 10 bombeyên bidestçêkirî pûç kirin û çekên sivik girtin li devera el-Ezrekiya li Felûca," daxuyaniyê got.
Hevdem, di dema operasiyoneka lêgerînê de li Elbu Hosa, bakûrê Bexdayê, hêzek ji Lîwaya 22'ê maleke bênvedanê ya mezin a DAIŞ di rezekê de dîtin ku têde cebilxane, amûr, cilên serbazî û bombeyên bidestçêkirî hebûn û ew hatin wêrankirin, daxuyaniyê got.