Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Iraqî zindanên veşartî yên DAIŞ li Felûca dibînin

Ala Husên li Bexdayê

Polîsên Iraqê pişkinînê li zîndanên Felûca yên ku vê dawiyê hatin dîtin dikin piştî ku hêzên ewlekariyê dest bi operasiyona serbazî ji bo rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" kirin. [Wêne ji Polîsên Federal ên Iraqê]

Polîsên Iraqê pişkinînê li zîndanên Felûca yên ku vê dawiyê hatin dîtin dikin piştî ku hêzên ewlekariyê dest bi operasiyona serbazî ji bo rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" kirin. [Wêne ji Polîsên Federal ên Iraqê]

Hêzên Iraqî yên ku di operasiyona rizgarkirina Felûca ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de beşdar in belgeyeke nû ya hovîtiya girûpê li her taxeke ku derbasî wê dibin dibînin, berpirsên serbazî gotin.

Ev yek zindanên veşartî, ligel alavên ku ji bo îşkencekirina cesteyî dihatin bikaranîn, û kargehên ku di wan de otombîlên bombekirî dihatin amadekirin û mûşek û bombeyên bidestçêkirî dihatin berhevkirin û depokirin.

Hêzên hevbeş ji ajansa dijeterorê, polîsên federal û heşda şaebî roja Yekşemê (26'ê Hezîranê) ragihandin ku wan operasiyona berfireh ji bo rizgarkirina Felûca bidawî anî, ku di 22'ê Gulanê de hatibû destpêkirin.

Di operasiyona paqijkirinê de li taxên akincîbûnê, polîsên federal ragihandin ku wan hin mal dîtin ku DAIŞ kiribûn zindanên veşartî, bingehên "dadgeha şerîetê" û malên ku bo kargehên cebilxaneyê hatibûn veguhertin.

"Hêzên Iraqî bêtirî zîndaneke veşartî di nav malan de li taxên Nezal, el-Rîsala û nêzîkî Pira Hesin dîtin," Mulazim Ewel Merwan Mistefa ji bîroya ragihandina polîsên federal got.

"Her zindanek ji komên cuda ji qefesên polat pêk dihat," wî ji Mewtinî re got.

Ew bi awayekî giştî hatibûn terxankirin ji xelkê Felûca re, endamên DAIŞê yên ku di nav grûpê de şaşî dikirin, û endamên hêzên ewlekariya Iraqê yên girtî û kesên ku DAIŞ ew weke "vegeriyayî ji dîn" dihesibandin re, wî got.

"Di her zindanekê de gelek awayên işkencekirin û riswakirina zîndaniyan hebûn, lê metoda işkencekirinê ku herî zêde di wan zîndanan de dihat bikaranîn ew qefesên ku bilindahiya wan tenê yek metir bû û bi tenê têra zindaniyekî dikirin ku li ser qelafîskan rûne bêyî ku bi temamî raweste," wî got.

Hêzên rizgarker herwiha hucreyên kevirî ku ji bo zindankirina takekesî dihatin bikaranîn û hucreyên bi kom ên xwedî deriyên hesinî yên asê dîtin, Mistefa got.

"Li rex her zindanekê di heman malê de yanjî li mala beramberî wê cihekî ku weke "dadgeha şerîetê" dihat binavkirin hebû ku biryar ji wir derdiketin," wî got.

Belgeyên ku di van tiştên bi navê dadgehên zagonî de hatin dîtin ji bo desthilatên Iraqî hatin şandin daku weke "belgeya tawanan li dijî endamên rêxistinê" werin bikaranîn", wî got jî.

"Şanderên mirinê"

"Nîşanên mirin û tirsê yên ku DAIŞ li Felûca li pey xwe hiştiye ne tenê zîndanên veşartî û gorên bikom li xwe digrin," lîderê heşda şaaeî Samî el-Mesûdî ji Mewtinî re got. "Wan herwiha kompleksên mezin ên çêkirina otombîlên bombekirî û bombeyên bidestçêkirî ku mirinê ji bajar û parêzgehên din ên Iraqê re dişînin li pey xwe hiştiye."

"Li her cihekî û li her sikakekî, DAIŞ zindanek anjî kargehek ji bo çêkirin anjî depokirina teqemenî û otombîlên bombekirî hiştiye," el-Mesûdî got. "Wan mirin li her cihekî Felûce çandiye."

"Ne tenê zindanên veşartî beşek ji rastiya tirskar a rêxistinê bûn," wî got, û behsa dîtina gelek gorên bikom ku laşên qurbaniyan di wan de bû di zindanên DAIŞ de li Seqlawiya, el-Şuheda û el-Heyakil kir.

"Em matma bûn, dema me lêgerîn li deverên akincîbûnê dikir, ji ber ku me komplekseka mezin ji bo sazkirina teqemeniyan li nêzîkî Nexweşxaneya Giştî ya Felûca dît," wî got.

Kompleks ji bo amadekirina otombîlên bombekirî û çêkirina tifingên nîşangiriyê dihat bikaranîn û alavên pêşketî têde hebûn, wî got. Pêkhateyên teqemaniyan weke TNT û C-4 di depoyên nêzîk de dihatin danîn.

"Ev pêkhate û kargehên teqemeniyan ên din dihatin bikaranîn ji bo şandina otombîlên bombekirî bo Bexda û bajarên ewle yên din li navend û başûrê welat," wî got.

Belgeyên derbarê heykeliyeta rêxistinî ya DAIŞ ku li Felûca hatin dîtin lîderên girûpê li wî bajarî ku serperiştiya şaneyên wê li navend û başûrê Iraqê dikin nîşan didin, wî got, û ew cebilxaneyên ku li bajêr dihatin çêkirin bo wan dihatin şandin.

Qayimeqamê Felûca Îsa el-Îsawî ji Mewtinî re got ku ew kêfxweş bû dema hêzên Iraqî dest danîn ser zindan û kargehên DAIŞ berî ku ew girûp bikaribe wan bikar bîne ji bo pêkanîna tawanên bêtir li dijî xelkên bêsûc.

"Felûca niha ji kontrola komeke ku bi hesin û agir hukum dike û xelkê wê yê bêsûc dikuje û mafên wan binpê dike berî ku Iraqiyên mayî jî bikuje rizgar bû," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500