Nûçeyên Iraqê

Hêzên ewlekarî veşargeheke teqemeniyan li Bexdayê dibînin

Hêzên ewlekariya Iraqî roja Çarşemê (20ê Îlonê) avêtin ser jêrerdekî ku ji bo veşartina çek û teqemeniyan li Bexdayê dihat bikaranîn, Fermandariya Operasyonên Bexdayê got.

"Di dema operasyona ji bo paqijkirina deverên derdora Bexdayê de, hêzên me yên ewlekarî dest danîn ser metiryaline metirsîdar ku di destê terorîstan de bûn," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

"Hêzên hevbeş li Qara Xûl, li başûrê Bexdayê, çar bombeyên bidestçêkirî, 15 avêjer, heft rokêtên dije-tank, bombeyên destî, û nêzîkî 200 kîlogram ji teqemeniyên bihêz dîtin ku li veşargeheke jêrerdê bi haydarî hatibûn nuximandin," daxuyaniyê got.

"Artêşê herwiha sê gumanlêkirî girtin ku nêzîkî veşargehê hatin dîtin weke beşekê ji operasyonê," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500