Nûçeyên Iraqê

Jinên Kurd meşekê li dar dixin da ku tundîya li dijî zayendê bi dawî bikin

Bi sedan protestên mê daketin kolanan li bajarê Qamişlo yê piranîya wî Kurd in roja Yekşemê (25ê Mijdarê) wan bang dikir da ku dawîyekê ji tundîya li dijî jinê deynin, AFP ragihand.

Ew di kolanan dimeşiyan û li daholên mezin dixistin û hineke din dilîlandin.

"Zewca keçên piçûk tawaneke," nîşaneke ku bi yeke protest re digot, di Roja Navdewletî bo tinekirina Tundîya li dijî Jinan.

"Divê em bi hejmarin mezin di vê rojê de beşdar bibin," Henîfa Mihemed ya 47-salî got.

"Divê jin xwe bi rêxistin bikin da ku bigihine cihê çêkirina biryaran," wê got. "Divê ew biryara siberoja xwe bidin."

Jinan ji hemû temenan radihiştin wêneyên şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ).

Kurdên Sûrîyayê serbilind in bo qayimkirina yeksanîyay zayendan di şer de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500