Nûçeyên Iraqê

Lêpirsîna NY hêzên Sûrî bi hingavtina "sîstimatîk" tawanbar dike

Lêpirsîna bi piştgirîya NY îro Pêncşemê (15ê Adarê) got ku hêzên Sûrî û milîsên girêdayî hikûmetê hingavtin û tundîya cinsî li dijî sivîlan bi kar anîn, stemkarîyeke ku digihe asta tawanên dijî mirovahîyê, AFP ragihand.

Çekdarên opozîsyonê heman tundî kirine, yên digihin asta tawanên şer, lê bi rêjeyekê "bi gelekî kêmtir ji hingavtina ji alîyê hêzên hikûmetê û milîsên têkildar ve", Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe (COI) di raporteke nû de got.

Jinek ji bajarê Humsê yê sêyemîn li Sûrîyayê ji peygerên COI re got ku di sala 2012an de "hêzên hikûmetê derbasî mala wê bû û destdirêjî li keça wê kirin li pêşîya wê û hevjînê wê berî ku fîşekan bavêjin keçê bavê wê", raportê got.

"Di pişt re destdirêjî li dêyê jî bû ji alîyê du leşkeran ve" raportê anî ziman, di mînakekê ji mînakên tundîya dijwar de.

COI got ku hêzên hikûmetê "bi hezaran jin û keç" girtin ji sala 2011an heta dawîya sala 2017an, dema ku ev raport wê dide ber xwe.

Tevî ku piranîya qurbanîyan ji jinan bû, herwiha tundîya cinsî li dijî mêr û zarokan -- keç û law -- hat belgekirin.

COI dît "hingavtin û kiryarin din ên tundîya cinsî ku ji alîyê hêzên hikûmetê û milîsên têkildar wê ve ên di operesyonên bejî de hatin pêkanîn, girtina ser malan, li xalên pêşkinînê û di dema girtinê de, ev hemû beşek in ji êrîşa berfereh û ya sîstematîk ya ku li dijî nîştecîyên sivîl hat meşandin û ew digihin asta tawanbarên dijî mirovahîyê".

Li alîyê din, raportê " tu delîlên reftar yan siyaseta sîstimatîk ji hêla komên (opozîsyonê) ên çekdar ve nedîtin da ku tundîya cînsî bi kar bîne ji bo ku tirsê bixe dilê wan de, an agahîyan ji wan bikişîne yan dilsozîyê ferz bike", heta eger endamên opozîsyonê tundîya cinsî kiribin jî.

Ew encam li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nayên bikaranîn, ya ku stemkarîyên wê yênberfereh tundîya cinsî di nav xwe de dihewînin bi awayekî cuda ji alîyê COI ve hatine belgekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500