Nûçeyên Iraqê

Alîkarekî Bexdadî êdî li ser lîsteya reş a terorê ya Amerîkayê ye

Amerîka Sêşemê (20 Mijdarê) kesekî nêzîk ji rêberê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî danî ser lîsteya xwe ya reş a terorê, AFP ragihand.

Hecî Ebdul Nesir weke "Terorîstekî Cîhanî yê Taybet" hatibû naskirin, Nasan Sales, Berpirsê Beşê Rûbirûbûyîna Terorîzmê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de ragihand.

"DAIŞ pir lawaz e lê bi dawî nebûye," wî di daxuyanîyekê de got. "Di demekê de ku DAIŞ xakê li qada şer ji dest dide, divê em samanên wê yên wan di encamdayîna terorîzmê de bi kar tîne zuha bikin."

Wezareta Derve got ku biryar bi hevahengî ligel Encumena Ewlekarî ya NY hatiye standin, NY jî ji alîyê xwe Ebdul Nasir Duşemê danî ser lîsteya sizayên xwe.

Ev rêkarên cêwî tên wateya ku Ebdul Nasir dê rûbirûyî girtina pereyan, qedexekirina rêwîtîyê û bidestxistina çekan bimîne. Herwiha, pêgeh û welatîyên Amerîkayê nikarin karsazîyê pê re bikin.

Ebdul Nasir "çend postên serkirdatî di nav rêzên DAIŞê de wergirtine" di nav de serokatîya "Komîteya Nûneratîya" rêxistinê, û têkilîya wî rasterast bi Bexdadî bû û "karûbarên îdarî yên rêxistina terorîst di destê wî de bûn", Wezareta Derve ragihand.

Wezareta Derve got ku komîteya Ebdul Nasir serokatîya wê dikir "berpirs bû ji plankirin û derxistina fermanên têkildarî operasyonên serbazî yên DAIŞê, dahatên bacan, polîsê şerîetê û operasyonên bazirganî û ewlekarî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500