Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serokê DAIŞê yê nû li ser lîsteya reş ya Amerîkî tê danîn

AFP

Amerîka roja 17ê Adarê serkirdeyê nû yê DAIŞê danî ser lîsteya reş ya terorîstan, ew weke Amir Muhemed Ebdul Rehman Mewla bi nav kir. [Dosya]

Amerîka roja 17ê Adarê serkirdeyê nû yê DAIŞê danî ser lîsteya reş ya terorîstan, ew weke Amir Muhemed Ebdul Rehman Mewla bi nav kir. [Dosya]

Amerîka roja Sêşemê (17ê Adarê) serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê nû danî ser lîsteya reş ya terorîstan, ew weke Amir Muhemed Ebdul Rehman Mewla bi nav kir.

Wezîrê Derve Mike Pompeo got ku Mewla weke serkirdeyê rêxistina herî tund hat binavkirin piştî êrîşeke Cotmehê ji alîyê komandoyên Amerîkî ve ku serokê wê Ebû Bekr Bexdadî tê de kuşt.

Rêxistinê berî vê Ebû Ibrahîm Haşimî el-Qureşî weke serokê xwe yê nû bi nav kir, lê berpirsên Amerîkî mikur hatin ku wan kêm agahî derbarê wî nas kirin -- û vê dawîyê wan bawer kir ku DAIŞê kodnavê wî bi kar dianî.

Mewla "berê di Qaidê ya li Îraqê de çalak bû û bi êşkencekirina mînorîteya olî ya Êzîdî ya bêgunih tê naskirin", Pompeo got.

Xwenîşanderên Hindî bûkeke weke şêweyê serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî dişewitînin di xwenîşandanekê li New Delhîyê di 9ê Hezîrana sala 2017an de. [Prakash Singh/AFP]

Xwenîşanderên Hindî bûkeke weke şêweyê serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî dişewitînin di xwenîşandanekê li New Delhîyê di 9ê Hezîrana sala 2017an de. [Prakash Singh/AFP]

Wî got "me xîlafet anî xwar û em hîn pêbend in ku em têkçûna DAIŞê ya berdewam pêk bînin ne xem e ew kê weke serkirdeyê xwe tayîn bikin".

"Îlankirina îro beşek ji xebateke tevgir a mezin e bo têkbirina DAIŞê, li gel hevahengîya bi Hevpeymanîya Navdewletî bo Têkbirina DAIŞê, ya ku pêşketineke mezin pêk anîye," Daxuyanîyeke Wezareta Derve got.

"Me bi awayekî tam ya jê re tê gotin 'xîlafeta' DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê wêran kir û ber bi şerê şax û torên wê li seranserî cîhanê ve diçin."

"Ev xebata hikûmetê hemû DAIŞê di penayê wê yên ewle de wêran dike, û red dike ku ew karibe çekdarên tereorîst ên biyanî tecnîd bike, jêderên wê yên darayî tepeser kirin, li hember propegandaya derew derdikeve ya ku ew li ser înternet û medyaya civakî belav dike û alîkarîyê dike di aramkirina deverên rizgarkirî li Îraq û Sûrîyayê û bi vî awayî bêwar dikarin vegerin malên xwe careke dest bi jîyana xwe bikin," daxuyanîyê got.

Mewla bi awayekî taybet weke terorîstekî cîhanî hat binavkirin, danîna navê wî li ser lîsteyekê çi piştgirîya jê re weke tawanekê li Amerîkayê tê reçavkirin. Wezareta Derve berî vê xeleteke bi 5 milyon $ belav kir bo çi agahîyên ku ber bi girtina Mewla ve bibin.

Tawan li dijî Êzîdîyan

Payeya Mewla di nav refên DAIŞê de bi rêya derxistina fetwayên ku çewsandina Êzîdîyan rewan dikirin bilind bû, tawaneke ku NY ew weke komkujîyê wesif kir.

Li gorî Wezareta Derve, "Mawla alîkarî kir di handan û hewldanên rrewakirina revandin, serjêkirin û bazirganîya mînorîteya olî ya Êzîdî li bakur û rojavayê Îraqê û ew serperiştîya operasyonên rêxistinê yên cîhanî dike".

DAIŞê bi hezaran Êzîdî revandin û bi hezaran jî jin û keç koledar kirin dema ku çekdarên wê li seranserê Rojhilata Navîn belav dibûn.

Di gotareke Kanûna Duyem de ku ji jêderine hewlagirî hatiye wegirtin, Guardian ragihand ku Mewla di malbateke Turkmen a Îraqî de mezin bûye -- ew yek ji kêm kesên ne Ereb e ku payeya wî di refên rêxistinê de bilind bûye.

Rojnameyê got ku berpirsên hewalgirîyê ne piştrast bûn bê ew lê kû deverê bû lê bawer dikin ku dibe ku wî dabe pey Bexdadî ber bi Idlibê ve, cihê opozîsyona Sûrî yê dawî, yê bi awayekî mezin ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin

Projeya Dijî Tundrewan, a ku dide pey çekdaran, got ku mewla di artêşa Îraqî de xizmet kir li jêr hukmê Sedam Husên berî ku tevlî Qidê li Îraqê bibe, bû hiqûqnas ji rêxistinê re.

projeyê got ku hêzên Amerîkî Mewla girtin û ew li başûrê Îraqê zindan kirin, ku li wê deverê têkilîyên xwe bi Bexdadî re çêkirin, yê ku herwiha girtî bû weke kesekî tkilîya wî bi Qaidayê re hebû.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ li ser destê Amerîka û Rûsyayê hatiye peydakirin.

BERSIV BIDE