Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Amerîka sektorê neftê û hewalgirîya Sûrîyayê di sizayên nû de armanc dike

AFP

Avahîyene wêranbûyî li Dûmayê di16ê Nîsana 2018an de tên dîtin, di dema geryaneke mîdyayî ya rêxistinkirî de piştî rejîma Sûrîyayê ragihand ku hemû hêzên dijî rejîmê ji Xûtaya Rojhilatî derketine, piştî êrîşeke mezin a ku du mehan dom kir. Ev daxuyanî bi tenê du demjimêran piştî êrîşên asmanî yên Amerîkî yên li hinek xalên rejîma Sûrîyayê dan weke bersiv li hember pêkanîna êrîşeke kîmawî li ser bajarokê Domayê li Xûtayê hat. [Luey Bişara/AFP]

Avahîyene wêranbûyî li Dûmayê di16ê Nîsana 2018an de tên dîtin, di dema geryaneke mîdyayî ya rêxistinkirî de piştî rejîma Sûrîyayê ragihand ku hemû hêzên dijî rejîmê ji Xûtaya Rojhilatî derketine, piştî êrîşeke mezin a ku du mehan dom kir. Ev daxuyanî bi tenê du demjimêran piştî êrîşên asmanî yên Amerîkî yên li hinek xalên rejîma Sûrîyayê dan weke bersiv li hember pêkanîna êrîşeke kîmawî li ser bajarokê Domayê li Xûtayê hat. [Luey Bişara/AFP]

Amerîka Duşemê (9ê Mijdarê) sizayên nû li ser sektorê neftê, endamine parleman û berpirsên hewalgirîyê li Sûrîyayê sepandine, bi armanca ku fişarê li ser Esed sivik neke, tevî serkeftinên wî yên li ser zemînê.

"Tek bijare li pêşîya Esed e: avêtina gavên rasteqîn ber bi çareserîyeke siyasî bo qeyrana ku ev nêzî dehsalekê ye heye yan jî rûbirûbûna sizayên tund ên bêhtir," Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyanîyekê de ragihand.

Wezareta Xezîneyê û Wezareta Derve karê bi 19 kes û pêgehan re qedexe kir û dest danî li ser hemû mal û milkên wan ên gengaz e ku li Amerîkayê hebin -- ku ev gera pêncem a sizayan eji dema ku yasayeke nû ya tund ya Amerîkayêli dijî Sûrîyayê kete warê bicihanînê de.

Ji pêgehên ku siza li ser wan hatine sepandin du hevpişkên wezareta neftê ya Sûrîyayê ne -- Kompanîya Arfada ya Petrolê ya Taybet û Kompanîya Sallizar Shipping, ên ku li parzûngeheke neftê li parêzgeha Reqayê û li termînalekê li bajarê Tertûsê yê beravî kar dikin.

Amerîka herwiha siza li ser general Xesan Cewdet Smaîl, serokê Hewalgirîya Asmanî ya Sûrî, emîd Nasir Elî, serokê Birêveberîya Ewlehîya Siyasî, ku ajanseke sîxurîyê ye bi nehiştina opozîsyona li dijî Esed erkdar e, sepandine.

Yasaya Qeyser, a ku di meha Hezîranê de kete di warê bicihanînê de, rê li ber alîkarîyên nûavakirinê yên Amerîkî digire û fişarê li rejîma Esed dike, û doza muhasebekirina Esed dike, tevî ku wî kontrola li ser piranîya Sûrîyayê di cenga xwînî ya neh-salî de vegerand.

Wezareta Derve got ku ew sizayên dawî di bîranîna kuştina bêhtir ji 70 kesî de disepîne, ku ew di bombebarankirina bazarekê de li Dûmayê, bajarekî li nêzî Şamê ye ku wê çaxê li jêr kontrola rejîmê bû, hatibûn kuştin.

Dûma piştî sê salan rastî êrîşeke kîmawî hat, li gorî lêkolîneke NY.

Piştî şeş rojan ji hilbijartinên Amerîkayê yên ku tê de Joe Biden ji Partîya Demokrat li ser serokê Amerîkayê Donald Trump bi ser ket, Pompeo ragihand ku dê nûnerê Amerîkayê bo Sûrîyayê, James Jeffrey, 74-sal, vê mehê xanenişîn bibe.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Bexda û Enqerayê, ku dîplomatekî bi Turkî dizane biaxêve, navbênkarekî baş bû bi Serokê Turkîyayê re Recep Tayip Erdogan.

Pompeo ragihand ku dê Nathan Sales, berpirsê payebilind ê dijî-terorîzmê li Wezareta Derve, weke nûnerê Amerîkayê li Sûrîyayê û şanderê bo hevpeymanîya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kar bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500