Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq girtina serkirdeyekî mezin ê DAIŞê îlan dike

Xalid Taî

Serkirdeyê DAIŞê Ebdul Nasir Qardaş ji alîyê hêzên Îraqî ve bi hevahengî ligel Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye girtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyê DAIŞê Ebdul Nasir Qardaş ji alîyê hêzên Îraqî ve bi hevahengî ligel Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye girtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyekî mezin ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê ku serpereştîya sazkirina gaza xerdel kir, a ku di êrîşên li dijî hêzên Îraqî de dihat bikaranîn dikir, hat girtin, Wezareta Berevanîya Îraqî (20ê Gulanê) ragihand.

Ebdul Nasir Qardaş, ku navê wî yê rastî Taha Ebdul Rehîm Ebdulah Bekir Xesanî ye, li Tel Efêrê di sala1967an de ji dayîk bûye û li taxa Muşêrfaya li Mûsilê jîyan kiriye.

Ebdul Nasir Qardaş "ne heman Ebdulah Qardaş, yê bûye serokê DAIŞê piştîku Ebû Bekir Bexdadî di Cotmehê de hat kuştin", xebîrê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Ajansa Hewlagirîya Îraqî Qardaş girt piştî şopandineke pir hûr ji tevgerên wî re bi hevahengî ligel Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD).

Wî da zanîn ku "girtin berî mehekê pêk hat, lê nehat ragihandin heta lêpirsînên têkildarî karên terorî yên ku Qardaş di wan de cih girtiye bi dawî bûn".

"Serkirdeyekî xeternak"

Qardaş "serkirdeyekî xeternak e ku roleke serekî di sazkirin û pêşxistina çekên kîmawî de [ji DAIŞê re] geran dîye", Ebû Rexîf da zanîn, û dîyar kir ku ew xebîrekî sazkirina bombeyan bû.

"Ew kesayeteke terorsît a li ser asteke bilind bû ku rol di bi dehan, eger ne bi sedên êrîş û teqînan de ku di dehsala borî de li Kerkûkê qewimîne dîtîye," Ebû Rexîf teqez kir.

Qardaş "çend paye û postên girîng di dema serokatîya Bexdadî [ya DAIŞê] wergirtine, di nav de walîyê Mûsil, Kerkûk û Cezîrê, û herwiha walîyê parêzgehên Heseke, Zêra Zorê û Reqayê li Sûrîyayê", wî daxuyand.

Wî da zanîn ku Qardaş serpereştîya sazkirina û pêşxistina û damezrandina kargehên sazkirina çekan, teqemenî û demançeyên bêdeng. ên ku ji DAIŞê re dihat dabînkirin, dikir.

Bi saya têkilîyên pir baş ên Qardaş bi Bexdadî re -- raport dibêjin ku wan çend caran hev dîtîye -- ew weke fermandarê giştî yê ku serpereştîya şerê Kobanî û êrîşên bo kontrolkirina Tedmur, Heleb û Şamê dikir dihat naskirin.

Wî herwiha serpereştîya şerên li Babê dikir, û herwihaşerê Baxozê yê ku bi rûxana rêxistina terorîst bi dawî bû.

Ebû Rexîf got ku ew ji alîyê Bexdadî ve hatibû erkdarkirin ku gotûbêjan di navbera DAIŞ û hêz û komên din ên terorîst pêk bîne.

Post û karê dawî yê ku ew berî girtina wî pê hatibû erkdarkriin "cîgirê Ebdulah Qardaş [serokê DAIŞê] bû", li gorî Ebû Refîx.

Wî daxuyand ku girtina wî "lêdan û gurzeke mezin ji rêxistinê re ye", lê DAIŞ hîn jî gefekê pêk tîne, lewra divê operasyonên ewlehî yên bo bidawîkirina gefa rêxistinê bi awayekî yekcarî berdewam bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500