Nûçeyên Iraqê

Paşmahîyên DAIŞê 7 şivanan dikujin li biyabna navendî ya Îraqê

Heft şivan û cotkar kuştî hatin dîtin piştî ku endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dehan kes revandin li herêma biyabanî ya li navenda Îraqê, berpirsyarekî xwecihî îroj Sêşemê (19ê Hezîranê) got.

Di gefeke nû de ji herêmê re, DAIŞê êrîş bir ser çend gundên dûr û 30 niştecîyên xwecihî ji malên wan birin, Elî Newaf, serokê encumena şaredarîyekê, ji AFP re ragihand.

"Termên heft kesan ji wan hatin dîtin û hêzên ewlekarîyê li yê din digerin," wî got.

Gorî, di wêneyên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin, bi dest li pişta wan girêdayî û çavên girtî bi desmalên sor û sipî hatin dîtin.

"Ev dever carê pir nişîn bû, lê aniha vala bûye ji ber ew pir xeternak e ji şênîyan re, yên ku yan cotkar in an jî şivan in," Newaf got.

Êla Şemer, a ku şênî ji wê ne, bû armanca DAIŞê ji ber ew li tenîşta hikûmetê di şerê li hember tundrûyan de rawestîya, tundrû jî ji asêgehên xwe yên bajarî sala par hatin derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500