Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên êlan piştgirîyê dikin di nêçîrkirina DAIŞê de li biyabana Nînewayê

Xalid Ta'î

Çekdarên êlan çavdêrîya tevgerên bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Hedrê li Parêzgeha Nînewayê dikin. [Wêne ji yekîneya medyayî ya Hêzên Ehrarê Nînewayê hatiye wergirtin]

Çekdarên êlan çavdêrîya tevgerên bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Hedrê li Parêzgeha Nînewayê dikin. [Wêne ji yekîneya medyayî ya Hêzên Ehrarê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên ji hêla çekdarên êlan tên piştgirîkirin bermahîyên " Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nêçîr dikin li deverên biyabanî ji navçeya Hedrê li rojavayî Nînewayê piştî êrîşên DAIŞê yên dawîn li ser gundên deverê.

Heft şivan û cotkar kuştî hatin dîtin di 19ê Hezîranê de, piştî êrîşkirina DAIŞê li ser gelek gundên dûr û paşguhkirî û revandina 30 kesî ji malên wan.

Hîna çarenûsa dîlên mayî, ku hemû ji êla Şemer in, ne naskirî ye.

Êlan soz da weke hêzeke yeker bi hev re bisekinin piştî armanckirina dawîn ji Êla Şemer li gundê Eyn Sedîd, endamên encumena navçeya Hedrê Mizhir Teha Xidêr ji Diyaruna re got.

Çekdarên êlan piştgirîya hêzên Îraqî dikin di operasyonekê de ku veşartgehên DAIŞê li biyabana Hedrê armanc dike. [Wêne ji yekîneya medyayî ya Hêzên Ehrarê Nînewayê hatiye wergirtin]

Çekdarên êlan piştgirîya hêzên Îraqî dikin di operasyonekê de ku veşartgehên DAIŞê li biyabana Hedrê armanc dike. [Wêne ji yekîneya medyayî ya Hêzên Ehrarê Nînewayê hatiye wergirtin]

"Êlên Şemerî çekdar in û amade ne bo li rex hêzên ewlekarîyê bin da şerê terorê bikin," wî got. "Hemû êlên me li dijî DAIŞê şer kirine û erd rezgar kirine, û em dê hemû karînan bixin tevgerê de bo armanckirina yên mayî."

Wî got ku endamên DAIŞê carê di rêya biyabanê re bi siwareyên sivîlan an motorên dudolab disafirin.

"Ew li cihekî bêhtirî çend rojan namînin bo neyên giritn," wî got û da zanîn jî ku ew li deverên vekirî radizin û di tevgerê de dimînin bo ew nebin armanceke hêsan ji êrîşên asmanî re.

Xidêr ragihand ku hêzên ewlekarî û yên êlî gelek operasyonên hevbeş bo lipeyketina bermahîyên DAIŞê di rojên dawîn de pêk anîne, û anî ziman jî ku 20 kes hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Wî got ku nasnamene sexte bi hinek terman re hatin dîtin, termên ku çekdarên kuştî wan weke leşker an berpirsine hikumetê bi kar anîbûn.

Devereke berfireh "ewlekirina wê zehmet dibe"

Di çaxa êrîşeke dawîn de li ser gundên başûr-rojavayî Hedrê, serkirdeyekî DAIŞê ku berpirsê devera Til Esfayê bû bi sê hevalên xwe re hat giritn, serokê encumena navçeya Hedrê Xeldûn Ehmedî anî ziman.

Wî ji Diyaruna re got operasîyonên ku ji hêla êlan piştgirkirî ne li biyabanê berdewam in, û dixwazin dawîyekê ji gefên çeperên mayî ji çekdarên DAIŞê re deynin.

"Ewlekirina vê deverê bi temamî zehmet e, nemaze gundine dûr û paşguhkirî ku piranîya niştecihên wan bêwar in, weke Sexrîyat, Rawî û Bîr Merasmayê," wî got.

Wî doza "hêzine ewlekarî û hêzine êlî yên zêdetir kir herwiha êrîşine esmanî û peywirine vekolînê bo armanckirina teroristan ku li kû de bin".

"Endamên DAIŞê hewl didin ku rewşa ewlehîyê li derdorên Hedrê bi bilindkirina êrîşên terorî re qut bikin," endamê komîteya ewlehî di encumena Parêzgeha Nînewayê de Binyan Cerba got.

Wî ji Diyaruna re got ku êlan şiyana xwe ya bilind di şerê bermahîyên DAIŞê û derxistina wan ji deverê de isbat kir, û ew "qet bo piştgirîya artêş û hêzên polîsê dudil nebûn".

"Ev hestê bi erkê neteweyî dê zora tiştê mayî ji dijmin bike," wî anî ser ziman.

Cerba li ser giringîya xurtkirina ewlehîyê li Nînewayê zor kir di rêya decnîd û belavkirina gelek xebatkarên ewlekarîyê.

"Em gerekdarî bêhtirî 32,000 berbirsên polîsê ne bo parastina parêzgehê, û aniha tenê nîvê hejmarê di dest me de ye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Şervanên Nînewayê yên Azad, Fewcê 61

BERSIV BIDE