Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rewşeke nerehetîyê li Dêra Zorê heye piştî bûyerên kuştina sivîlan

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xelkê Dêra Zorê duruşmekê bilind dikin ku hebûna Îranî û hevkarîya hinek kesan bi Îranîyan re şermeraz dikin. [Wêne ji Dêrazorê 24 hatiye wergirtin]

Xelkê Dêra Zorê duruşmekê bilind dikin ku hebûna Îranî û hevkarîya hinek kesan bi Îranîyan re şermeraz dikin. [Wêne ji Dêrazorê 24 hatiye wergirtin]

Hestekî nerehetîyê di nava şênîyê Dêra Zorê yên li deverên li rojavayê Çemê Feratê de berbelav e, piştî qewimîna bûyerên kuştinê û revandinê û berfirehbûna rewşa nebûna yasayê.

Li devera ku piranîya wê kiştûkalî ye, ku li jêr kontrola rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê ye, milîsên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve serdest in, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tundûtûjî û neseqmgîrîya li deverê şopeke xerab li ser rewşa cotkarên berhemên zistanê û kesên ku sewalan xwedî dikin, çi şivan û çi gavanan, hişt.

Abid bal kişand ku cotkar li deverên li jêr kontrola milîsên ser bi Pasdaran ve, yênFatimîyûn û Hereket Nuceba ji çandina berhemên zistanê mehrûm man.

Ev kampeke lîwayê Fatimîyûn ê ser bi Pasdaran ve ye li gundewarê Dêra Zorê. [Wêne ji Sûrîya el-Hedes hatiye wergirtin]

Ev kampeke lîwayê Fatimîyûn ê ser bi Pasdaran ve ye li gundewarê Dêra Zorê. [Wêne ji Sûrîya el-Hedes hatiye wergirtin]

Herwiha şivan û gavan dûrî cihên teqlîdî yên çêrîyê ketine ji ber tirsa ji kuştin an revandinê, li gorî Abid.

Wî ragihand ku alozî li deverên li jêr kontrola milîsên ser bi Pasdaran ve peyda bûne ji ber rewşa nebûna yasayê ya ku bûye sedema kuştin û revandina hejmarek mezin ji kesan.

Sivîl li deverên gundewarî tên kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Sêşemê (14ê Kanûna Duyem) got ku heft sivîl hatine kuştin dema ku wan şivantîya pezên xwe li biyabana Eyaşê, ya li rojavayê Dêra Zorê, dikir.

Abid got ku tevî nasnameya kesên sûcdar hîn ne xuya ye, xelk milîsan tawanbar dikin, ji ber ku ew deverê kontrol dikin û bi kêfa xwe lê tev digerin.

Wî got ku lewra yan çekdarên milîsan "kuştin pêk anîne yan wan hêsankarî ji bo van bûyeran kirine".

Heftîya borî, 21 şivan hatin revandin û bi gulyan li nêzî bajarokê Maeden li parêzgeha Reqayê hatibûn kuştin, bajarokê ku hevtixûbê parêzgeha Dêra Zorê ye.

Rewangehê got ku hîn ne zelal e gelo çekdarên milîsan an endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pişt tawanê ne.

Sê şivanên din hîn nebedî ne, û çarenivîsa wan ne dîyar e.

Abid da zanîn ku ji dema kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî ve, milîsên ser bi Îranê yên li deverê li hember sivîlan pir tund bûne.

Wî daxuyand ku tevlîhevî û nerehetî di nav rêzên van milîsan de heye, hevdem ligel raportên dibêjin ku kesên tevlî milîsan bûne qebûl nekirine biçin navendên serbazî yên li biyabanê.

Wî teqez kir ku hinek kesên cudabûyî hatin girtin ji ber ku wan qebûl nekir ku fermanan bi cih bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500