Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ sivîlên Îraqî armanc dike bo pere û tolhildanê

Xalid Ta´î

Hêzên Îraqî operasyonekê dikin daku bidin dû şaneyên "Dewleta Îslamî" li devera biyabanî li derdora Rutbayê li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyonekê dikin daku bidin dû şaneyên "Dewleta Îslamî" li devera biyabanî li derdora Rutbayê li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hîn deverên biyabanî yên Îraqî dibe ku bibin armancên êrîşên "Dewleta Îslamî", tevî pêngavên ewlekarîyê yên ku bermayîyên rêxistinê dikin armanc, berpirsyarên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Heft şivan û cotkar kuştî hatin dîtindi 19ê Hezîranê de piştî ku endamên DAIŞê bi dehan gundî li rojavayê biyabana Selahedînê revandin.

Berî wê bi rojekê, DAIŞê êrîşî gundên dûr kir û 30 kes revandin, di nav wan de şivan û cotkar, serokê encumena xopana Dorayê Elî Newaf got.

"Laşên heftan ji wan hatin dîtin û hêzên ewlekarîyê li yên din digerin," wî, di wê demê de, ji AFP re gotibû.

Niştecîyên Enbarê bi endamên hêzên Îraqî re dicivin, endamên ku didin dû bermahîyên DAIŞê li parêzgehê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecîyên Enbarê bi endamên hêzên Îraqî re dicivin, endamên ku didin dû bermahîyên DAIŞê li parêzgehê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Qurbanî, di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin, hatin kifşkirin ku destên wan li pişt wan girêdayî bûn û çavên wan bi kofîyên sor û sipî hatibûn girêdan.

Niştecîyên xwecihî endamên eşîra Şemer a alîgirê hikûmetê ne, vê yekê ew kirin armanc ji tolhildanên DAIŞê re.

Li deverên biyabanî gef

Endamên DAIŞê hîn li biyabanê belav in, biyabana vepejilandî di navbera başûrê Mûsilê heta rojavayê herêma Cezîrê li parêzgeha Selahedînê, bi dirêjahîya rêya digihe Enbarê, Newaf got.

Wî got ku ev herêm berfereh e û zehmet e ji hêzên Îraqî re ku ewlekarîya wê bi awayekî tam misoger bikin, anî ziman jî ku niştecîyên xwecihî alikarîyê di xebatên ewlekarîyê de dikin.

"Terorîst xwe di şkeft û tunelan de vedişêrin û ew bi şev derdikevin ş êrîşî gundên nêzîk dikin yan bi roj êrîşî şivanan dikin, dema ku ewlekarî ne qayim be," wî got.

Wî da zanîn ku hewcedarî bi çavdêrîya hewayî ya berdewam heye da ku çi xebatên ewlekarî yên meydanî hebin temam bike û çekdaran zû kifş bikin û wan bikin armanc.

"DAIŞ yek car li bajar nema ye, lê ew hîn gefeke ji deverên biyabanî û yên dûr [ên Îraqê] re," şaredarê Rutbayê Îmad Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Bermayîyên DAIŞê nikarin eşkere derkevin ji ber ew nikarin şer bi hêzên ewlekarîyê re bikin," wî got. "Ew vegeriyane tektîkên êrîş û vekişînê û veşartinê yê bernas bû ji wan re di salên berî ew bigirin ser bajarê Mûsilê".

Erd û piştgirîya niştecîyên xwecihî ji dest DAIŞê çûn, wî got, wî anî ziman ku êrîşên wê li ser şivan û cotkaran li deverên dûr "delîlekî dîyar e" ji qelsbûna wê re.

Reavandin bi mebesta pere û tolhildanê ne

Revandin bo fidye penaya bermahîyên DAIŞê ya dawî ye, yên her çi qas bi wir de diçe bêhêvî dibin ku pereyan bi dest bixin, Dilêmî wiha got.

Wî got ku di 19ê Hezîranê de, endamên DAIŞê şeş mêr ji Rutbayê revandin, yên ku xwedîyên kargehên materyalên avakirinê yên xwecihî bûn.

"Xuyaye ev bûyer ji bo fidyê ye," Dilêmî got, wî anî ziman jî ku hêzên ewlekarîyê li biyabanê lêkolînê dikin daku li kesên windayî bigerin.

DAIŞ nikare bi dizî derbasî bajaran bibe ji ber tedbîrên ewlekarî yên qayim di meha û Cejna Remezanê de, ji ber vê yekê li şûn wê, wê ev kiryarên ceban li deverên dûr kirin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kûd got.

Bermayîyên rêxistinê van tawanan dikin da ku "serkeftineke sexte çi nirxê wê be cîbicî bikin da ku moralên xwe bilind bikin", wî ji Diyaruna re got.

"Tawan destnîşan dikin ku ev tolhildan e li dijî niştecîyên gundên dûr, bi taybet cotkar û şivanên red kirin ku alîkarî û piştgirîyê ji terorîzmê re dabîn bikin li şûn wê wan piştgirî ji hêzên ewlekarîyê re pêşniyaz kir," wî got.

Hêzên ewlekarîyê "bi awayekî qayim kontrola sînor dikin û êrîşên parêzî li ser veşartgehên dijmin li biyabanan bêrehm in", wî got, wî anî ziman jî ku hêzên êlî roleke girîng di pêngavên ewlekarîyê de dilîzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê we bi ser bixe! Şanan li bajar û kampên penaberan armanc bikin. Piranîya wan navnîşanên xwe guhertine û dest ji deverên xwe yên resen berdan, lewra tu kes nikare wan nas bike. Gelek ji wan veşartî ne. Ev kesên ku ji zindanê derketine pere dan û ber bi Turkîya û bakur ve çûn. Ev teqez e.

BERSIV BIDE