Komeke opozîsyona Sûrî ya ku hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wê dike destê xwe danî ser veşartgeheke dermanên hişbir bi buhayê $1.4 miliyon di operasyonên li dijî "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) de, AFP Îroj Duşemê (18ê Hezîranê) ragihand.
Çekdarin ji Mexawîr el-Sewrayê hatin girtin û heyberên hişbir rûxandin roja 31ê Gulanê li başûr-rojhilatê Sûrîyayê, hevbendîyê di daxuyanîyekî de ragihand.
Buhayê hişbiran di bazara reş de dora $1.4 milyon e.
"Veşargeh bêhtirî 300,000 ji hebikên Kaptagonê dihundirandin, dermanekî ne qanûnî ye ku gelek caran bazirganî pê dibe û ji hêla endamên DAIŞê tê bikaranîn" hevbendîyê got.
Hatin girtin di demaoperasîyonên Mexawir Sewrayê de ya li dora bargeha Tenefê, ya ku li dirêjahîya sînorê Sûrîyayê ya bi Urdinê re ye .
Kaptagon tê dabeşkirin ji hêla Ofîsa Hişbiran û Tawanê NY mîna "corê hişyarker ê amfetamînê ye".