Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îtalya madene hişbir ên DAIŞê ku bi milyarek euro ne desteser dike

AFP û xebatkarên Diyaruna

Polîsê Sûrî hişbir û hebên Captagon li Birêveberîya Rûbirûbûna Hişbiran a li Şamê 4ê Kanûna Duyem a 2016an xuyanê dike. [Lûey Bişara/AFP]

Polîsê Sûrî hişbir û hebên Captagon li Birêveberîya Rûbirûbûna Hişbiran a li Şamê 4ê Kanûna Duyem a 2016an xuyanê dike. [Lûey Bişara/AFP]

Polîsê Îtalî Çarşemê (1ê Tîrmehê) ragihand ku wan 14 tonên emfîtamînê yên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine çêkirin desteser kirine, ku ev yek bi desteserkirina qaseya herî mezin a hişbiran li cîhanê bi nav kir.

Hişbirên ku bi qasî 84 milyar hebên Captagon bûn û di hundirê kelûpelên pîşesazî de di nava qutîyan de hatibû veşartin, dora milyarek euro (1.12 milyar dolar) dikirin, polîsê darayî yê Nepolî di daxuyanîyekê de ragihand.

Li gorî daxuyanîyê, biryar bû ku li bazara Ewropî "bo piştevanîya terorîzmê" hatibana firotin.

"Em dizanin DAIŞ piştevanîya çalakîyên xwe yên terorîst bi rêya qaçaxeya madeyên hişbir ên li Sûrîyayê tên çêkirin dike ku di nava çend salên borî de bû berhemdarê herî mezin ê emfîtamînê li cîhanê," daxuyanîyê eşkere kir.

Kûçikekî polîsê li dikaneke xwarinê li hişbiran digere di operasyonekê li dijî qaçaxên li bajarê Napolî yê Îtalyayê de di vê wêneya ku ji 14ê Cotmeha 2009an de hatiye kişandin. [Mario Laporta/AFP]

Kûçikekî polîsê li dikaneke xwarinê li hişbiran digere di operasyonekê li dijî qaçaxên li bajarê Napolî yê Îtalyayê de di vê wêneya ku ji 14ê Cotmeha 2009an de hatiye kişandin. [Mario Laporta/AFP]

Polîsê ragihand ku sê qutîyên gumanbar gihaştin berava Salerno, li başûrê Napolî, ku pelikên pêçandî yên mezin tê de bûn ku bo karên pîşesazîyê û herwiha alavên pîşesazî tên bikaranîn.

Pelikên pêçandî û dolabên hesinî bi mişarê hatibûn birîn, polîsê dît ku ew bi heban tijî ne. Di vîdyoyên ku polîsê belav kirine de jî hat dîtin ku heb ji stûn û dolaban diherikin eger bi zorê hatin vekirin.

Polîsê anî ziman ku "ev yekem car e qaseyeke wisa mezin a emfîtamînê tê desteserkirin".

Bikaranîn û bazirganîya hişbiran bi rengekî fireh

Polîsê Napolî li ser zimanê Birêveberîya Rûbirûbûna Hişbiran a Amerîkî destnîşan kir ku DAIŞ [Captagon] bi awayekî berfireh li hemû deverên ku desthilata wê hebe û bazirganîya madeyên hişbir lê dike keysbaz dike".

Daxuyanîyê anî ziman ku hema kargehên çêkirina hişbiran çêbibin, "pir ji DAIŞê re hêsan e ku qaseyekê mezin ji bazara navdewletî ya hişbirên çêkirî jî re derîne, da bilez piştevanîyeke darayî kom bike".

Hezîrana 2017an, Diyaruna ragihandibû ku piranîya kargehên çêkirina hebên hişbir yên DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî ne.

Li deverên ku wan kontrol dikir, DAIŞê heb didan bazirganên herêmî û qaçaxan, ên ku van heban bi qasene mezin difirotin ji derveyî Sûrîyayê.

DAIŞê hewl da bikaranîna hişbiran bêguneh bike, tevî di Îslamê de tiştekî qedexekirî ye, ku xwe spart rêgezeke olî ya dibêje çi tiştê pêwîst tiştê qedexekirî derbas dike.

Li gorî hat ragihandin rêxistinê fitweya bikaranîna Captagon bi behaneya ku "cîhadê hêsan" dike derxist.

Olarên girêdayî DAIŞêamade ne ku qedexeyên Îslamî derbas bikin , ne girîng e ew çi bin, madem ev yek di xizmeta rêxistinê de ye, civaknasê Îraqî Mihemed Ebdul Hesen di Hezîrana 2017an de wiha ji Diyaruna re gotibû.

Têra baza Ewropî bi temamî dike

Polîsê Îtalî anî ziman ku qaseya hişbirên li Napolî hate desteserkirin têra bazara Ewropî bi temamî dikir, bêyî girêdana wê bi demê ve.

Polîsê got, dibe ku "komeke komên tawanî tilîya wê di belavkirina hişbiran de hebe, di nav de gelek êlên li nava mafya bi navê Kamorra ya Napolî ya navdar.

Daxuyanîyê anî ziman ku "tê texmînkirin ku di heyama qedexekirina derketinê de.. helbirîn û belavkirina dermanên hişbir di pratîkê de li Ewropayê hat rawestandin".

"Gelek qaçax, heta bi komikan jî, berê xwe dan Sûrîyayê li cihê ku ne xuya ye ku helbirîn kêm bûye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500