Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Milîsên bi piştevanîya Îranê rê li ber bazirganîya hişbiran li Îraqê vedikin

Faris Omran

Hêzên hewalgirîyê yên Îraqî li Besrayê hebên qaçax radestî pijîşkîya dadwerîyê li Bexdayê dikin bo pişkinîn û wêran bikin di 9ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Tenduristîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên hewalgirîyê yên Îraqî li Besrayê hebên qaçax radestî pijîşkîya dadwerîyê li Bexdayê dikin bo pişkinîn û wêran bikin di 9ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Tenduristîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hîna qaçaxîya hişbiran ji sînorê Îranê gefeke tirsnak ji civaka Îraqî re çêdike tevîhewldanên hikumetê derbarê vê yekê de , berpirsine Îraqî wisa ji Diyaruna re eşkere kirin.

"Bazirganîya hişbiran ya ne rewa ji hêla milîsên çekdar ên girêdayî Îranê tê birêvebirin," pisporê serbazî û stratejîk Muyed Salim Cuheyşî got.

Cuheyşî ji Diyaruna re ragihand ku "ev milîs berpirsê veguhastina hişbiran li Îraqê ne, ku ji mezintirîn çakanîyên fînanskirina wê ne."

Wî got ku ev komên çekdar sîxurên Îranê ne ku li berjewendîya xwe û ya rejîma Îranê li ser hesabê kesên Îraqî digerin.

Hêzine Îraqî li parêzgeha Besrayê li gel kesinan ku bi tawanên bazirganîya hişbiran hatine girtin re rawestîyane di vê wêneyê de ku ji 5ê Kanûna Yekem a 2016an ve hatiye kişandin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsa Besrayê hatiye wergirtin]

Hêzine Îraqî li parêzgeha Besrayê li gel kesinan ku bi tawanên bazirganîya hişbiran hatine girtin re rawestîyane di vê wêneyê de ku ji 5ê Kanûna Yekem a 2016an ve hatiye kişandin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsa Besrayê hatiye wergirtin]

Cuheyşî anî ziman ku sedem ew e ku qaçaxîya ne rewa ya ji Îranê, Îraq vediguherîne "bazargeheke hişbiran a geş," ligel herikîna hişbiran bi hêsanî ku bi buhane arzan têne firotin dihêle ciwan li Îraq û deverine din ên herêmê ber bi bangîtîyê ve biçin.

Cuheyşî hişyar kir ku birina hişbiran belav dibe, herwiha tawan bi hemû rengên xwe, ku civakeke "astengdar, parçekirî, lawaz û bê siberoj" ava dike.

Cuheyşî Îran bi çandina zevîyên hişbiran jî tawanbar kir.

Wî got ku ev dê ne tenê Îraq bike korîdoreke hişbiran heta Sûrîya û Libnanê , lê belê ev yek dê Îran bike "berhemdarekî hemû cureyên hişbiran."

Wî destnîşan kir ku "hişbir dijminekî ku derbasî civakê dibe û wê ji hev dixe," da zanîn jî ku ev yek heta nifşên bê jî dikişîne.

Palaneke stratîjîk bo hew bikaranîna hişbiran

Wezareta Tenduristîyê ya Îraqî xwedî "palneke stratîjîk" e bo hew hişbir belav bibin, ku di van salên dawî de ji ber milîsên bi piştevanîya Îranê pir belav bûye weke Esîb Ehilulheq, Ketayib Îmam Elî, Ketayib Seyd Şuheda û Seraya Xoresanî, çavkanîyeke wezaretê wisan ji Diyaruna re got.

Çavkanîya ku nexwest nasnameya wê were eşkerekirin kifş kir ku plan balê dikişîne ser belavkirina hişmendîyê "çi ku parêzî beşeke çareserîyê ye."

Bi hevahengîya ligel wezaretên perwerde û dadwerîyê û herwiha rêxistinên civaka sivîl, wezaret li ser pirbûna bername û kampanîyên perwerdehîyê li dibistan, zanîngeh û desgehên din radiweste, çavkanîyê anî ziman.

Çavkanîyêgot jî, "em bi hezaran belavokên metirsî û bandorên hişbiran belav dikin."

"Em herwiha palna vekirina navendeke netewî bo dermankirina bangîtîyê ku100 textî dihundirîne dikin," çavkanîya wezaretê eşkere kir, û da zanîn jî ku "şaxên bijîşkîya derûnî li hemû nexweşxanîyên welêt [berê] ev cure bengîtî derman dikin."

Çavkanîyê anî ziman ku dora 5,000 Îraqî bo birin û vexwarina hişbiran doza dermankirnê kirin vê salê ku cureyên herî berbelav li Îraqê dibirin mîna mîsîla krîstalî, Kaptagon, Tramadol, mîsamîfîtamîn û efyonê.

"Li dijî hişbiran şoreş"

Di konferansekî rojnamevanî de meha Mijdarê, serokê Polîsê Besrayê Reşîd Filêh got ku 80% ji hişbiran ku derbasî parêzgeha wî dibe ji Îranê tê.

Destpêka vê salê, Fermandarîya Polîsê Besrayê dest bi "şoreşekê li dijî hişbiran" kir û ji wî çax ve gelek kes girtin, berpirsekî di ofîsa birêveberîya Besrayê de ji Diyaruna re got.

"Paş ku rewş [a wergirtina hebên hişbir bi rêjeyeke xirab zêdebû] kambaxbû, ev yek nîgaranîyê dixe nav niştecihan, me biryar da ku em dest bi vê şoreşê bikin," berpirs anî ziman. "Me giranî da xebatên şopandin û armanckirina bazirgan û handerên hişbiran."

Wî got ku şeş "bazirganên mezin" ên ku destên wan di firoştina hişbiran ji bazirgan û handarên piçûk de hebû di van têkçûnên hişbiran yên dawî de hatin kuştin.

Berpirs dîyar kir ku tedbîrên dijwar hatin pêkanîn da ku çavdêrîya kafê û deverên gelêrî bikin cihê ku ciwan li wan dicivin û da misoger bikin ku ew ji alîyê bazirganên hişbiran ve nayên bikaranîn.

Wî got "em herwiha alîkarîyê bi oldar, kesayet û birêveberên civakê re dikin da ku em hişyarîyê derbarê şerê li dijî standina hişbiran bilind bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500