Nûçeyên Iraqê

Polîsê Îraqî hewleke qaçaxîya hişbiran ji Îranê têk dibe

Polîsê Îraqî li dergehê Şelemşah yê sînorî yê bi Îranê re hewleke qaçaxîkirina qasên mezin ên hişbiran bo nav welat têk bir, polîsê Îraqî li parêzgeha Besrayê Pêncşemê (23ê Gulanê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê 23,000 hebên hişbir û dora 1,900 giram ji kanabisa xav bi siwarê [otombîlekê] re girtin," eqîd Mihemed Nedhum Fetlawî ji Birêveberîya Polîsê Gumrikê ya Şelemşahê got.

Fetlawî ji Diyaruna re dîyar kir ku siwar hewl dida hişbiran derbasî Îraqê bike "di hundirê du sindoqan de ku xwarin û mirîşkên bûzkirî di wan de bûn."

Wî got ku polîsê heyber desteser kirin, siwar girtin û ew şandin dadgehê, û da zanîn jî ku ev duyemîn hewl e ku vê heftîyê tê têkbirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500