Heft sivîl htatin kuştin û 13 kesên din birîndar bûn di êrîşa şeva Sêşemê (1ê Gulanê) de ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li navçeya Termiyayê li bakurê Bexdayê pêk anîbû, berpirsiyarekî siyasyî yê Îraqî ji Diyaruna re got.
"Milîtanên DAIŞê êrîşî gundê Elbû Merzûq li Termiyayê kirin û agir berdan hejmark ji rêbiwaran berî ew êrîş bikin xanîyekî parêzeran li navçeyê û xaniyekî din jî ku xwdanê wî şervanekî êlên dijberê DAIŞê bû," muqedem Ehmed Meşhedanî got.
Wezareta Hundir a Îraqî di daxuyanîyekê de got ku wê lêpirsînek di derbarê êrîşê de vekiriye bo naskirin û girtina encamderên ku reviyan piştî wan êrîş kir.