Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên ser bi Îranê êrîşên DAIŞê bi kar tînin bo gurkirina tayifgerîyê

Ala Husên li Bexdayê

Serokwezîr Mustefa Kazimî bi serkirdeyên êlên Termiyayê re dicive di serdana xwe ya 20ê Tîrmehê bo navçeyê. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîr Mustefa Kazimî bi serkirdeyên êlên Termiyayê re dicive di serdana xwe ya 20ê Tîrmehê bo navçeyê. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Hinek siyasetvan û kesayetên giştî yên ser bi Îranê ve li Îraqê bûyereke vê dawîyê li navçeya Termiyayê li parêzgeha Bexdayê, ku tê de fermandarekî Îraqî hat kuştin, derfetek dîtin bo banga valakirina navçeya ku piranîya şênîyên wê Sûnî ne bikin.

Bi angaştên derew ku şênî destekê didin terorîstan, ew dixwazin ku şênî werin neçarkirin ku bi kom bar bikin û rê ji milîsên ser bi Îranê vekin ku hebûneke xwe li navçeya stratîjî li bakurê Bedayê peyda bikin.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsyarîya xwe ji êrîşa roja 17ê Tîrmehê li Termiyayê ragihand, ku tê de lîwa Elî Xeydan Xezrecî, fermandarê Lîwayê 59ê yê Firqeya 6ê ya Piyade ya Artêşê, ûsê leşkerên din hatin kuştin.

Vê bûyerê tayifgerî li navçeyê gur kir, lewra serokwezîr Mustefa Kazimî serdana Termiyayê kir. Ew bi germahî hat pêşwazîkirin û wî soz da ku "ku di rûyên kesên ku dixwazin tayifgerîyê vejîyan bikin bisekine".

Şênîyên Termiyayê pêşwazîya Kazimî dikin di serdana wê ya 20ê Tîrmehê de bo navçeya Termiyayê. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Şênîyên Termiyayê pêşwazîya Kazimî dikin di serdana wê ya 20ê Tîrmehê de bo navçeya Termiyayê. [Wêne ji ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Hinek ji pêgehanên ser bi milîsên alîgir ji Îranê re hewl dan ku sivkatîyê bi kesayetên giştî yên navçeyê bikin weke behaneyekê bo derkirina şênîyên ku piranîya wan Sunî ne û pêkanîna guhertineke demografîk.

Ev yek li Curf el-Sexir li parêzgeha Babilê qewimî, dema ku şênî hatin neçarkirin ku derkevin bo rmeydan ji milîsan re vala bibe. Bi dirêjahîya şeş salên borî, bajarok bûye baregeheke milîsên çekdar li başûrê Bexdayê.

Di postekî Facebookê de, rojnameger Ehmed Ebdul Sada, yê xwedan têkilîyên bihêz bi milîsan re, heman stratîjî bo Termiyayê baş dît, û got ku dê milîs nehêlin ku terorîzm careke din serî hilde.

"Tu çareserîyeke din bo pirsa terorîzmê li Termiyayê tune ye ji bilî şopandina rêbaza li navçeya Curf el-Sexir û valakirina wê û radestkirina ewlehîya wê ji Heşda Şaebî re," wî got.

Wî pêşinyar kir ku şênîyên deverê werin qerebûkirin "bi dana zevîyan li deverine din, ên xeterîya wan kêmtir".

Parlemantarê Îraqî Hesen Salim ji firaksyona Sadiqûn, baskê siyasî yê milîsa Asaib Ehil el-Heq, got ku Tarmiya "tije hêlînên terorîzmê ne û kesayetên siyasî terorîstan diparêzin".

Wî ev kesayet bi "astengkirina her operasyoneke serbazî ku van komên terorîst, ên ku metirsîyê li ser Bexdayê çê dikin, armanc dike gunehbar kirin", û behaneya şerê li dijî terorîzmê bi kar anî bo bangê bo operasyoneke serbazî ya berfireh bike.

Şênîyên Termiyayê ne razî ne

Çalakgerên navçeyê ev haştag #Termiya_xelkê_me_ne li ser Twitter belav kirin bo redkirina xwe ji vê rewşê re bînin ziman, û daxwaz ji şopîneran kirin ku vê haştagê bi kar bînin bo şermezarkirina tayifgerîyê û hemû hewlên derkirina şênîyên Termiyayê.

Termiya "bajarokekî aştîxwaz e ku terorîzmê red dike", endamên parlemanê Îraqî Ehmed Meşhedanî ji Diyaruna re ragihand, û kesên ku daxwaza valakirina wê dikin weke "tundrewan" bi nav kirin.

Kazimî ferman li Lîwayê 27ê yê Firqeya 7ê ya Artêşê kir ku ji navçeya Bexdadî li Enbarê berê xwe bide Termiyayê bo piştgirîyê bidin hêzên Îraqî yên li wir bicihbûyî ne, fermandarê êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî xebatên Lîwayê 27ê bilind nirxandin, û ronî avêt ser serketinên wan ên dawî di parastina ewlehî û seqamgîrîyê de li navçeya Bexdadî û deverên li derdora wê.

Bangawazîya bo avakirina focekî

Şêxan êlan û kesayetên dîyar ên Termiyayê banga avakirina focekî serbazî ji xelkê deverê kirin bo kontrolkirina ewlehîya navçeya xwe.

Şêx Muhemed Meşhedanî, ku kesayetîyeke dîyar a navçeyê ye, ji Diyaruna ragihand ku xelkê Termiyayê dawaz dike ku ev foc were avakirin "bo nehiştina rûdana serpêçîyên ewlehî".

Wî pendekî kevin got vegot, "Xelkê Mekayê bêhtir bi sikak û rewşa wê bêhtir dizanin", bo teqezkirin ku divê xelkê cih berpirsyarê ewlehîya navçeyê be.

Wî da zanîn ku berî aniha hikûmetê soz dabû ku foc ava bike, û serkirdeyên êlan navên endaman jî dabûn, bi tenê bo lîsta wan were redkirin.

Wî teqez kir xelkê Termiyayê terorîzmê qebûl nakin, û gelekan ji wan ziyan û azar li ser destê wê dîtine û "emalbat tune ye ku herî kêm ezîzekî xwe bi destê terorîzmê wenda nekiribaye".

Wî bang li Kazimî kir ku vê yekê di hişê xwe de bihêle, û bang lê kir ku focekî taybet ji Termiyayê re ava bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê Kazimî cezayê bidarvekirinê li dijî kesên ku zêdegavîyan li dewletê û yasayê dikin û welatîyan bi kar tînin, ew ji kîjan tayifeyê jî bin bi kar bîne. Divê yasa serwer be, û divê biryar bê cudahî werin pêkanîn. Xelk bi te re ji ber ku ew êdî bêzar in.

BERSIV BIDE