Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqî kontrola xwe li ser navçeyekê girîng li bakurê Bexdayê bi hêz dike

Xalid Ta'î

Konferanseke ewlehî li navçeya Termiyayê roja 25ê Cotmehê hat lidarxistin bo bihêzkirina hevahengîya di navbera hêzên artêşê û êlan deverê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Konferanseke ewlehî li navçeya Termiyayê roja 25ê Cotmehê hat lidarxistin bo bihêzkirina hevahengîya di navbera hêzên artêşê û êlan deverê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî kontrola xwe li ser navçeya Termiyayê li bakurê Bexdayê bi hêz kir weke hewlekê bo ewlehkirina devera stratîjî li dijî gefên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser paytextê, serkirdeyekî êlan ji Diyaruna re Çarşemê (4ê Mijdarê) ragihand.

Dora mehekê, yekîneyine Firqeya 6ê û tîmên endazyarîya serbazî tedbîrên bihêzkirinê yên pir bi cih tînin bo girtina valahî û rêçikên ku endamên DAIŞê wan bi kar tînin bo xwe vedizin nav Bexdayê.

Wan herwiha xalên çavdêrîyên yên sabit li baxan danîne bo nehêlin ku çekdar penagehekê li wir ji xwe re peyda bikin.

Hêzên Îraqî pêngaveke berfireh dest pê kir bo qayimkirina ewlehîyê li navenda navçeyê û li derdora wê, bi taybetî li deverên ku Bexda û Samerayê li parêzgeha Selahedînê, mîna Ebeycî, vediqetînin, Şêx Mueyed Xelîfe Burh Muhemedî, serkirdeyekî êlan li Termiyayê, ragihand.

Hêzên Îraqî roja 4ê Tîrmehê pêngaveke lêgerînê li bermahîyên DAIŞê li navçeya Termiyayê li bakurê Bexdayê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja 4ê Tîrmehê pêngaveke lêgerînê li bermahîyên DAIŞê li navçeya Termiyayê li bakurê Bexdayê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tedbîrên ewlehî avakirina satirekî axê û sûrekî çemento yê heşt-kîlomertî ku burc jî li ser hatine avakirin pêk tê, wî ji Diyaruna re da zanîn, û dîyar kir ku xalên pişkinînê li nêzî deverên mişt dehlên himbiz hatine danîn.

Wî got ku hêzên Îraqî herwiha tedbîrên li derdora baregehên foc û lîwayên artêşê yên li navçeyê xurt kirine, û hêzên nû anîne nav rêzên yekîneyên ku deverê kontrol dikin.

Armanc ji van tedbîran ew e ku "kontrola li ser navçeyê bihêztir bibe, ku ev yek jî bo parastina ewlehîya Bexdayê pir girîng e", Muhemedî got.

Wî daxuyand ku tedbîrên hatine wergirtin "bandorê li trafîkê û jîyana rojane li Termiyayê nakin, û şênî jîyana xwe bi awayekî asayî derbas dikin".

Zêdebûna ewlehîyê sûdê dighîne xelkê

Muhemedî da zanîn ku rewşa ewlehî li Termiyayê "pir seqamgîr e", û gefên şanên razayî yên DAIŞê bi awayekî berçav kêm bûne.

Wî got ku şênîyên Termiyayê alîkarîya hêzên ewlekarî di parastina deverên xwe de dikin, "ji ber ew tê digihêjin ku zêdebûna ewlehîyê dihêle rewşa giştî baş bibe, derfetên kar bêhtir bibin û xizmetguzarîyê bêhtir berdest bibin û rewşa aborî baş bibe".

Muhemedî teqez kir ku pêngavên lêgerînê yên piştî êrîşên terorî li navçeyê pêk hatin, di nav deêrîşa ku tê de emîd Elî Hamid Xêdan Xezrecî di meha Tîrmehê de hat kuştin, rol di baştirbûna rewşa ewlehî de gerandin.

Wî dîyar kir ku vê yekê jî hişt gelek ji şênîyên aware yên navçeyê ku tê payîn hejmara wan 5,000 be vegerin warê xwe û karên xwe bidomînin.

Wî bang bo damezrandina "focekê taybet an lîwayekî ji herî kêm ji 500 şervanan ji êlên Termiyayê kir bo ew piştgirîyeke bihêz bidin hêzên ewlekarî û di parastina ewlehîyê de li deverên xwe cih bigirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500