Hêzên Iraqî bajarok û gundan ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derdixe di demekê de ku amadekariyan dikin ji bo êrîşkirinê li ser bajarên Qaim û Rawa yên li Enbarê, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê (1ê Mijdarê) got.
"Hêzên Iraqî herdu bajarokên Saada û Obêdî, li gel pênc gundên din rizgar kirin û bi temamî kontrol kirin," Fermandarê Operasyonên Enbarê Lîwa Mihemed Felahî ji Diyaruna re got.
Ew gihane derdora Qaim û Rawa û amadekariyan dikin ji bo êrîşkirin li ser van deveran, wî got.
Roja Çarşemê, wî got, "me bêtirî sêyeka devera armancgirtî ku em rizgar bikin kontrol kir, û niha em amadekariyan dikin ji bo pêşketina bejayî ber bi navendên herdu bajarokan".
"Hêzên me ji bo vê armancê bes in, û me xeta berevaniya yekem a DAIŞ derdora herdu bajarokan şikand," wî got, anî ziman ku DAIŞ rastî "xisarên mirovî yên giran" di şerên Çarşemê de hat.