Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî gundekî li yek ji asêgehên dawî yên DAIŞ kontrol dikin

AFP

Hêzên Iraqî topên pêşgir diavêjin ji devera Sekra, di demekê de ku amadekariya operasyoneke serbazî dikin ji bo derxistina "Dewleta Îslamî" ji bajarokê Anah li parêzgeha Enbarê di 12ê Îlonê de. [Muad Dulêmî/AFP]

Hêzên Iraqî topên pêşgir diavêjin ji devera Sekra, di demekê de ku amadekariya operasyoneke serbazî dikin ji bo derxistina "Dewleta Îslamî" ji bajarokê Anah li parêzgeha Enbarê di 12ê Îlonê de. [Muad Dulêmî/AFP]

Hêzên ewlekariya Iraqî Sêşemê (19ê Îlonê) gundek kontrol kirin li yek ji erdên dawî yên di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li parêzgeha Enbar a berfireh li rojavayî welat, ku hevsînorê Sûriyê ye.

"Hêzên me gundê Reyhanayê bi temamî kontrol kirin, ku ji sê aliyan ve êrîş dikin, û heft terorîst kuştin," eqîdekî Iraqî ji AFP re got.

Hinek çekdarên DAIŞ reviyan bajarokê Anah, "ku heşt kîlometran ber bi rojava ve ye, ku armanca me ya bê ye", wî got.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku hevahengiya şerê li dijî DAIŞ li Iraqê dike, got ku yekîneyên bejayî û zirxî berbangê dest bi êrîşekê kirin ji bo vegerandina bajarokê Anah û gundê Reyhanayê yê nêzîkî wî.

Piştgiriya operasyonê dihat kirin bi rêya helîkopterên artêşa Iraqî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê DAIŞ li Iraq û Sûriyê dike, generalekî li deverê got, bêyî ku navê wî were eşkerekirin.

Serokê encumena şaredariya Anah Ebdilkerîm Anî piştrast kir ku hêzên Iraqî Reyhanayê kontrol kirin û ala Iraqî li ser avahiyên fermî bilind kirin.

Wî eqîdî got ku balafirên hevpeymaniyê otombîleke bombekirî ku ji aliyê tundrewekî ve dihat ajotin wêran kirin ku hewl dida xwe nêzîkî hêzên ewlekarî bike daku otombîlê biteqîne.

Anah, ku 100 kîlometran ji sînorê bi Sûriyê re li aliyê rojhilat ve dûr e, yek ji sê bajarokên li Enbarê ye ku hîn li jêr kontrola DAIŞ de ne.

Piştî vegerandina bajarok, tê çaverêkirin ku hêzên Iraqî piştre êrîşî Rawa ya li bakurê-rojava bikin û dawî êrîşî Qaim bikin, ku nêzîkî sînorê parêzgeha Dêrazorêya Sûriyê ye.

Piştî sê salan ji kontrolkirina beşên mezin ji Sûriyê û Iraqê ji aliyê DAIŞ ve, hêzên Iraqî pêş dikevin ji bo kontrolkirina hemû deverên ku rêxistinê kontrol kirin, û serkeftina herî mezin di Hezîranê de bû bi kontrolkirina Mûsilê.

Iraq amadekariyan dike ji bo destpêkirina êrîşekê li dijî asêgeha dawî ya rêxistinê li bajarokê Hewîca yê parêzgeha Kerkûk.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500