Nûçeyên Iraqê

Hêza asmanî ya Iraqî cihên DAIŞ li Qaim wêran dike

Êrîşeke asmanî ya Iraqî 14 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin û kargeheke çêkirina bombeyan li rojavayê Enbarê wêran kir, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Pêncşemê (19ê Cotmehê) got.

"Demjimêr 5ê sibeha Pêncşemê, balafirên şer ên hêza asmanî ya Iraqî baregeheke DAIŞ li Qaim kirin armanc," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Daxuyaniyê got ku cih weke kargehekê dihat bikaranîn ji bo çêkirina bombeyên bidestçêkirî û bomberêjkirina otombîlan bi teqemeniyan.

"Çardeh terorîst hatin kuştin û cih di operasyonê de bi temamî hat wêrankirin," daxuyaniyê got.

Hevdem, hêzên Iraqî dorpêça li ser Rewa li rojavayê Enbarê tundtir kirin, ji bo rêgirtin li ber reva endamên DAIŞ, berdevkê Fermandariya Operasyonên Enbarê eqîd Mihemed Dulêmî, got.

Niha ew amadekariyan dikin ji bo êrîşkirina ser bajarok, wî ji Diyaruna re got.

"Planek heye ji bo mamelekirin ligel malbatên ku di nav bajar de ne berî destpêkirina operasyona rizgarkirinê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500