Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî rêya Rawa û Qaim ewle dikin

Xalid Ta'î

Otombîlên serbazî yên Iraqî berê xwe didin Rawa li rojavayê Enbarê ji bo rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî". Rawa di 17ê Mijdarê de hat vegerandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hêzên Operasyonên Taybet ên Iraqî hatiye wergirtin]

Otombîlên serbazî yên Iraqî berê xwe didin Rawa li rojavayê Enbarê ji bo rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî". Rawa di 17ê Mijdarê de hat vegerandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hêzên Operasyonên Taybet ên Iraqî hatiye wergirtin]

Weke beşekî ji operasyoneke serbazî ji bo paqijkirina Enbarê ji şanên mayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), hêzên Iraqî roja Sêşemê (21ê Mijdarê) rêya navbera bajarên Rawa û Qaim de bi temamî ewle kir.

Yekîneyên ji firqeyên 7ê û 8ê û Operasyonên Cezîrê, bi hevahengiya ligel şervanên êlan, li ser herdu aliyên rêya 85 kîlometrî bicih bûn.

Kampanya berî du rojan hat destpêkirin ji bo dûvçûna endamên DAIŞ piştî ku roja Înê ji Rawa hatin derxistin, ku asêgeha bajarî ya dawî bû li jêr destê rêxistinê li Iraqê.

Yekîneyên serbazî "dest bi pêşketinê nav biyabana rojavayê Enbarê ber bi parêzgeha Nînewa û bajarê Mûsilê ber bi bakur ve kirin", fermandarê Ketîbeya Firata Jorîn, eqîd Mûsa Kerbûlî, ji Diyaruna re got.

Rêya Rawa-Qaim bi temamî hat ewlekirin, xalên kontrolê û cihên pasevaniyê hatin danîn û rê ji bombeyên bidestçêkirî hat paqijkirin, wî got.

Wî got ku nêzîkî 50 bombeyên bidestçêkirî ku ji aliyê endamên DAIŞ ve ji bo rêgirtin li pêşketina hêzên Iraqî hatibûn çandin hatin pûçkirin.

"Sih û heft şivan, ku guman tê kirin ku çekdarên reviyayî yên DAIŞ bin, li deverê hatin girtin," Kerbûlî got, anî ziman ku ew niha rastî lêpirsînê tên.

"Me rûberên berfireh ji devera ku weke girava Rawa tê naskirin temşît kiriye, û em gihane beşine ji biyabana ku ji çendîn salan ve ne li jêr kontrola hêzên ewlekariyê bûn," wî got jî.

"Îro, hêzên me yên ewlekariyê pêş dikevin bi piştgirîkirina balafirên şer ên artêş û yên hevpeymaniya navdewletî," wî got.

"Me ezmûneke mezin di dûvçûna dijmin de wergirtiye û em berdewam in li ser wêrankirina hemû veşargehan [ên DAIŞ] û paqijkirina biyabanê ji hebûna rêxistinê," Kerbûlî got.

"Her dema ku mîsyona me temam bibe, em dê berê hêzên xwe bidin başûrê çemê Firatê bo biyabana Wadî Hewran, ber bi navçeya Rutba ve, ji bo paqijkirina erdê bi temamî ji hemû terorîstên mayî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500