Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li Bajarê Kevin yê Mûsilê bêhtir pêş dikevin

Hêzên Iraqî li Bajarê Kevin yê Mûsilê pêşketinan pêk tînin ku li wir şerên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di hersê rojên borî de bênavbir diqewimîn, berdevkekî serbazî yê Iraqî roja Sêşemê (27ê Hezîranê) got.

"Ajansa Dijî-Terorê û hêzên Polîsê Federal êrîşî komelgeha bazirganî li devera Serc Xana, mizgefta Ziwanî û komelgeha bijîşkî kirin, û kontrola xwe li ser van cihan qayimtir kirin," berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên me bi awayekî organîzekirî pêş dikevin, û em berdewam in li ser vekirina korîdorên derxistina sivîlan," wî got.

Rêya dawî ya berdest ji çekdarên DAIŞ re li ser Çemê Firatê nêzîkî girtinê ye, wî got, "ku ev yek dê wan li devereke ne bêtirî sê kîlometrên sêcar dorpêçkirî bihêle".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500