Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî navenda Geyara rizgar dikin

Komelgeha hikumî li Geyara û navenda bajar bi temamî ji "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)" rizgarbû. Wezareta Berevaniya Iraqî roja Çarşemê (24'ê tebaxê) got.

"Hêzên Iraqî operasyonên paqijkirinê didomînin ji bo nehiştina molgeh û bermahiyên DAIŞ ên li dora tax û kolanên bajarok," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Bidawîhatina operasyonê û rizgarkirina Geyara dê bi fermî piştre were ragihandin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500