Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Şirqat ji DAIŞ rizgar kirin

Hêzên Îraqî roja Pêncşemê (22ê Îlonê) derbasî Şirqat bûn, piştî têkçûna berxwedana "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgeha Selahedînê, Wezareta Berevaniya Iraqî got.

"Hêzên Iraqî derbasî Şirqat bûn û ala Iraqê li ser komelgeha avahiyên hikûmî hildan piştî wan windahiyên mezin gihande DAIŞ," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl got, di operasyonekê de ku ji bo pêşveçûna ber bi bajarê Mûsiê ve hat lidarxistin.

"Yekîneyên serbazî ji nişkave êrîşî dijmin kirin û berevaniyên wê şikandin, ku bû sedema kuştina gelek terorîstan, bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500