Hêzên Iraqî 25% ji bajarê Felûce ji kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirinû û bi sedên çekdarên wê kuştin ji destpêka operasyonên meha borî ve, Fermandarê Polîsên Federal Lîwa Raed Şakir Cewdet roja Pêncşemê (16ê Hezîranê) got.
"Hêzên Polîsên Federal, heta niha 25% ji bajarê Felûce rizgar kirine, di nav de deverên el-Xedra, el-Rîsala, Jubêl, bendava Felûce, komelgeha nişteçîbûnê, Nadum el-Teqsîm, el-Şuheda, Kolana 60, rawestgeha kenalîzasyonê ,kargeha gazê û pira duyemîn li başûrê Felûce," Cewdet di daxuyaniyekê de ji medyayê re got.
"Hêzên Polîsên Federal, ji destpêka vê hefteyê ve karîbûn 194 endamên DAIŞ û 38 nîşangirên biyanî bikujin, ji bilî tunekirina 47 armancên dijminan û 26 otombîlên bombekirî, û pûçkirina 270 bombeyên bidestçêkirî (IEDs), 13 malên bombekirî û16 sîstemên dijî-balafiran," wî got.
"Operasyon bi qayimî pêşve diçe heta rizgarkirina beşên mayî ji bajêr," Cewdet got.