Nûçeyên Iraqê

2 gorên bi kom ên Êzîdiyan li nêzî Şengalî haitn dîtin

Du gorên ku laşên Êzîdiyên Iraqî tê de hatin dîtin ku tê bawerkirin ku ew ji aliyê "Dewleta I slmaî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine kuştin li bakurê Iraqê, AFP roja Yekşemê (27ê Mijdarê) ragihand.

"Du gorên bi kom li gundê Um Şebabîk hatin dîtin," Qaiymeqamê Şengalê Mehma Xelîl got.

Wî got ku ev du gorên bi kom, her yek neh term di nav wan de hebûn, û nêzî 150 metrî ji hevdu dûr in, û dikevin devera rojavayê Şengalê de.

Berpirs hatin xeberdarkirin, wî got, û anî ziman ku Komosyona Jînosadê ya Êzîdiya nimûne wergirtine.

Vedîtinên herî dawî 29 gorên vê corê destnîşan kirine ji dema ku hêzên dijî-DAIŞ Şengal, ku bajarê sereke yê hindikahiyan e, vegerandin, Xelîl got.

Ew herî kîm 1,600 laşan li xwe digirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500