Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Komgoreke nû ya qurbanîyên Êzidî yên DAIŞê li Şengalê tê dîtin

Xalid Taî

Endamine tîmeke teknîkî 27ê Hezîrana 2019an, termine qurbanîyên Êzidî ji komgorekê ku li navçeya Şengalê hatibû dîtin derdixin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqê hatiye wergirtin]

Endamine tîmeke teknîkî 27ê Hezîrana 2019an, termine qurbanîyên Êzidî ji komgorekê ku li navçeya Şengalê hatibû dîtin derdixin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqê hatiye wergirtin]

Komgoreke nû hat dîtin ku termên Êzidîyên li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kuştin gava wê navçeya Şengalê di 2014an de dagir kir, berpirsekî herêmî Çarşemê (5ê Tebaxê) ji Diyaruna re got.

Desthilatên herêmî komgor berîya 10 rojan dîtin piştî agahîya malbateke Êzidî gava vedigerîya Şengalê, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Berekat Şemo ku endamekî civaka Êzidî ye got.

Wî da zanîn ku gor li devera Tel Uzêr li navçeya Qehtanîyê ye, 23 kîlometreyan li başûrê Şengalê ye.

Şemo dîyar kir ku venêrîna destpêkê ya bo gorê xuya dibe "ku herî kêm termê pênc qurbanîyên sivîl tê de hene".

Malbatin ên Êzidîyên qurban 15ê Adara 2019an, dema vekirina komgotekê li Şengalê tên xuyakirin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqê hatiye wergirtin]

Malbatin ên Êzidîyên qurban 15ê Adara 2019an, dema vekirina komgotekê li Şengalê tên xuyakirin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqê hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku dibe dever hinek komgorên din lê hebin hîna nehatine dîtin, da zanîn jî ku heta niha 83 komgor ên Êzidîyên qurbanîyên DAIŞê li Şengalê hatine dîtin, piranîya wan li gundê Kojo yê navçeya Qeyrewanê ne.

Wî got gorên mayî li herêma Sinûnî ya Şengalê, Çîyayê Şengalê, Kombûyîna Cezîrayê û Tel Qesabê hatine dîtin.

Li gorî Şemo ev gor bi sedan term tê de ne, lê heya niha tenê beşek jê hatiye derxistin.

"Berîya şeş mehan, termê 67 kesan ji gorên li gundê Kojo hatin derxistin," wî got.

Şemo dîyar kir ku ew bo Bexdayê hatin şandin da testên DNA ji wan re were çêkirin û nasnameya wan were naskirin, lê heya niha term negihane malbatên wan da bi awayekî rast werin veşartin.

Wî got dibe ku vayrusa Korona û herwiha berhengarîyên sîyasî û ewlehî li Şengalê hinek derengîyê bixin meseleyê.

Ofîseke taybet aniha li parêzgeha Dihokê kar dike da belgeyên bijîşkîya tawanzanî ji gorên hatine dîtin kom bike ew jî bi alîkarîya polîsê Şenglê û berpirs û çalakgerên Êzîdî.

Şemo da zanîn ku ew hewl didin dozên tawanî ku êrîşên DAIŞê li dijî Êzidîyan dipeyitîne hildin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500