Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqî bersivan li dor çarenivîsa Êzîdîyên nebedîbûyî dixwaze

Xalid Taî

Nûjdarekî Îraqî samplekî xwînê ji keçeke Êzîdî werdigire di çarçoveya hewleke hikûmetê de bo eşkerekirina çarenivîsa Êzîdîyên nebedîbûyî. [Wêne ji Rêveberîya Karûbaran û Parastina gorên bikom ên Îraqî]

Nûjdarekî Îraqî samplekî xwînê ji keçeke Êzîdî werdigire di çarçoveya hewleke hikûmetê de bo eşkerekirina çarenivîsa Êzîdîyên nebedîbûyî. [Wêne ji Rêveberîya Karûbaran û Parastina gorên bikom ên Îraqî]

Hikûmeta Îraqî databêzekê pêk tîne bo Êzîsdîyên ku çarenivîsên wan ne dîyar in paş êrîşa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Şingalê berî çar salan.

Tîmeke hikûmetê tev berpirsyarên deverê dest bi kar kirin roja 4ê Îlonê bo komkirina agahîyên kesanw û samplên xwînê ji malbatên Êzîdî yên ku hîna zarokên wan nebedî ne.

Tîma ku ji çend xebîrên warê bijîşkîya tawanzanî pêk tê, heta aniha karîya databêzeke ji bêhtir ji 600 Êzîdîyên nebedîbûyî pêk bîne.

Qedandina databêzê berî xeateke mezin tên, xebata vedana gelek gorên bikom ên DAIŞê li Şingalê û deverên derdorê li pey xwe hiştin.

Malbatên Êzîdîyên nebedîbûyî serdana navendeke komkirina datayan dikin li navçeya Şengalê li Îraqê. [Wêne ji Peymangeha Şehîdan a Îraqî]

Malbatên Êzîdîyên nebedîbûyî serdana navendeke komkirina datayan dikin li navçeya Şengalê li Îraqê. [Wêne ji Peymangeha Şehîdan a Îraqî]

Databêz ji nav û temenê kesên wendayî pêk tê, herwiha dîrokên ku ew di wan de wendabûn, peyvdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov, Elî Beyatî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew herwiha samplên xwînê yên xizmên kesên wendabûyî dihundirîne, ew dê di testên DNA de yên ku dê alîkar bin di destnîşankirina paşmahîyên qurbanîyên ku dê di gorên bikom de bên dîtin bên bikaranîn.

Hêvî û tirs

"Hejmareke mezin ji Êzîdîyan çarenivîsa wê ne dîyar e," Beyatî ragihand.

Jêderên xwecihî texmîn dikin ku hîna kesin ji Êzîdîyên çarenivîsa wam ne dîyar zindî ne, û DAIŞ wan li Sûrîyayê bi dîl digire.

Ev girêman jî rast e ji ber ku di meha Îlonê de heşt jinên Êzîdî û zarokên wan ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin paş çar salan ji girtinê.

Di demekê de ku hinek sedemên hêvîyê hene, lê dîsan hin tirsên rasteqîn hene, ji ber ku rêxistinê gelek Êzîdî kuştin û ew xistin çalan de.

bêhtir ji 200 gorên bikom paşmahîyên dora 12,000 qurbanîyan himêz dikin, ew delîl û belgehên girîng di derbarê tawanên şer de yên ku DAIŞê pêk anîne, NY Sêşemê (6ê Mijdarê) ragihand.

Beyatî got ku dora 70 gorên bikom li Şengalê û derdora wê ne, û tê payîn ku ew laşên qurbanîyên Êzîdî bihundirînin.

Gelek ji van gorên bikom hîna nehatine vekirin, ji ber ew bi hewcedarî "xebatên mezin û taknolojîya bi dîqet in", wî got û da zanîn ku xebatê bi cidî li dar in bo vedana cihên van goran.

"Berhevkirina databêzê gaveke seretayî ye di vê çarçoveyê de, û dê alîkar be di eşkerekirina çarenivîsa gelek kesên nebedî de," Beyatî wiha got.

Wî got ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov berpirs e ji çavdêrîkirina xebatên hikûmetê de di vê derbarê de.

"Çavdêrekî me di her tîmeke xwecihî û federal ên têkildar û komîteyên belgehkirina tawanên terorîzmê û misogerkirina dadwerîyê ji qurbanîyan re, û em amade ne ku her barê bikeve ser milê me hilgirin," wî got.

Gaveke baş

Heta roja 10ê Cotmehê, 3,086 Êzîdî, ku 1,429 jin û1,657 mêr in, hîna wendayî bûn, Xêrî Bozanî, birêveberê giştî yê karûbarên Êzîdîyan li Wezareta Ewqafan û Karûbarên Olî ragihand.

"Paş dagirkirina Şengalê DAIŞê bi giştî 6,417 mêr, jin û zarokên Êzîdîyan revandin, li gorî amarê fermî," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku heta aniha, 3,331 kesên revandî hatine rizgarkirin, ji wan 1,159 jin in û 337 mêr in û 1,835 zarokên temenê wan kêmî 14 salan in.

Bozanî got ku wî soz daye ker karekî bike di çarçoveya eşkerekirina çarenivîsa kesên nebedîbûyî.

"Malbatên qurbanîyan ji desthilatdarîyan dixwazin ku çarenivîsa hezkirîyên wan eşkere bikin û azarên wan bi dawî bikin," wî got.

Şaredarê Şingalê Mehma Xelîl ji Diyaruna re ragihand ku qedandina databêza Êzîdîyên wendabûyî gaveke baş e ku dê alîkarîyê bike di bersivdayîna daxwazên van malabatan de.

"Em vê xebatê bilind dinirxînin," wî got. "Divê em her tiştî bikin bo xwedîderketin li van malbatan, ji ber ku ev demeke dirêj derbas bûye beyî ku ew tiştekî piştrast li dor çarenivîsa hezkirên xwe bizanibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500