Hêzên Iraqî di du hefteyên borî de dora 4,000 sivîlên ku li başurê Mûsilê hatibûn girtin û weke mertalên mirovî ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatibûn bikaranîn daku pêşveçûna hêzên rizgarker hêdî bikin azad kirin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Duşemê (7ê Mijdarê) ragihand.
Sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn li deverên Koclî û Keraj girtî bûn, berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Azadkirina wan neasan bû û me qurbanî dan daku ew azad bibin, lê belê di dawiyê de ew bi awayeke ewle hatin veguhestin bo kampên li rojava û başurê Mûsilê," wî anî ziman.
Balafirên serbazî jî li çend deverên din kar ji bo rizgarkirina niştecihên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine girtin kirin, wî da zanîn.